Mîzah û Kesayetî: Têkiliya di Navbera Mîzah û Taybetmendiyên Kesayetiyê de

Kenin, dermanê herî baş e, an jî wisa tê gotin. Lê we qet meraq kiriye  ku çima hin kes mîzaha reş (dark humor) xweş dibînin û hin kes ji komediya slapstick bêtir kêfê digirin? Dibe ku bersiv di pêwendiya kûr a di navbera têgihîna kesan ya mîzah e û taybetmendiyên kesayetiya wan de be. Di […]

Mîzah û Kesayetî: Têkiliya di Navbera Mîzah û Taybetmendiyên Kesayetiyê de
Mîzah û Kesayetî: Têkiliya di Navbera Mîzah û Taybetmendiyên Kesayetiyê de
Canan Yalçın
  • 23 Nisan 2023 07:36

Kenin, dermanê herî baş e, an jî wisa tê gotin. Lê we qet meraq kiriye  ku çima hin kes mîzaha reş (dark humor) xweş dibînin û hin kes ji komediya slapstick bêtir kêfê digirin? Dibe ku bersiv di pêwendiya kûr a di navbera têgihîna kesan ya mîzah e û taybetmendiyên kesayetiya wan de be. Di vê gotarê de, ez ê vê pêwendiya balkêş bi têgihîştina lêkolînerên ku di cîhana mîzah û kesayetiyê de xebitîne vekolînim.

Berî ku em têkevin hûrguliyan, girîng e ku em rola mîzahê ya di jiyanê de fêhm bikin. Lêkolîna ji hêla Greengross û Miller (2011) hatiye kirin de tê gotin ku mîzah, beşek girîng a danûstendina mirovî û hevkarîgerîna civakî ye. Mîzah, ji me re dibe alîkar ku em têkiliyên bandortir ava bikin û rewşên civakî rêve bibin. Ew heman demê de rê dide me ku em raman û hestên xwe bi rengek kêmtir dijber ragihînin.

Pênc Taybetmendiyên Kesayetiyê yên Mezin, ku ji hêla Modela Pênc-Faktorî ve hatî nas kirin; vebûna ji tecrûbeya(openness to experience), wijdanî(bi hesta berpirsiyariyê tevdigerin-conscientiousness), derveyîbûn(extraversion), razîbûn(agreeableness), û hevsengiya hestyarî(neuroticism)neurotîzm(McCrae & Costa, 1987) hene. Tê zanîn ku ev taybetmendiyên kesayetiyê bi cureyên mîzahê re tekîliyek heye. Werin em ji nêz ve li her yek ji van taybetmendiyan û têkîliya wan ya bi tercîhên mîzahê re binihêrin.

Kesên ku ji tecrûbeyên nû re vekîrî, afirîner û meraqdar in  û ji ramanên nû re jî vekirî ne. Ev kese şêwazên mîzahê yên nekonvansîyonel an ji yên ku ji hêla rewşenbîrî ve teşwîq dikin tercîh dikin. Yanî mirovên ku  xwedî kesayetek bi vî rengî mîzaha satirîk, îronîk û absursd tercîh dikin.

Kesên ku di wijdaniya xwe de notên bilind distînin bi gelemperî birêxistinkirî, berpirsiyar û bi dîsîplîn in. Di lekolîna Cann û Calhoun (2001) de tê dîtin  ku ev mirov meyla mîzaha ku bi hesta berpirsiyarî û rêkûpêkiya wan re têkildar tercîh dikin. Dibe ku ew ji lîstika peyvan, şanoyan, an henekên paqij ên ku naverokek acizker an xav nagirin keyfê bistînin.

Kesên ku li şûna hest û ramanên xwe, bala xwe didin hawîrdora civakî û objektîv a derveyî xwe(extraversion), dixwezin bibin navenda balê. Ew bi gelemperî mîzahê wekî rêyek ji bo tekîlî dayîna bi kesên din re û domandina tekilîyên civakî bikar tînin. Li gorî lêkolînekî (Kuiper, 2010) ev kese bi gelemperî ji hemî cûreyên mîzahiyê re hezdikin, lê dibe ku wan tercîhek taybetî ji bo mîzaha sivik(lighthearted) an xwe-mezinker (self-enhancing) hebe.

Kesên lihevhatî germ, dilovan û hevkar in. Ew bi gelemperî mîzahê ji bo da ku tengezariyê derxin û atmosferek ahengdar biafirînin bikartînin. Li gorî lêkolîna Hampes (2005), mirovên xwedan lihevhatinek bilind mîzaha hevalbendî tercîh dikin. Ew heneka dikin ji bo ku têkiliyan ava bikin û hevgirtina komê xurt bikin. Di heman demê de ev kese ji mîzaha êrîşkar an jî xwedî potansiyela dîle kesan bişkêne dûr dimînin.

Neurotîsîzm bi bêîstîqrara hestyarî, fikar û bêhêziyê ve tête diyar kirin. Lêkolîna Cann (2008) de tê dîtin ku kesên xwedan neurotîzma bilind meyla mîzaha xwe-xerab (self-defeating) dikin û wê wekî mekanîzmaya parastinê bikartînin. Ev cûre mîzah bi dikare rehetiyek demkî peyda bik, lêbelê ew bi dibe sedema hestên kêmxwebawerî û kêmasî ye.

Divê em ji bîr nekin ku têkiliya mîzah û kesayetiyê ne reş û spî ye. Mirov bi gelemperî ji tevliheviya cûreyên mîzahe kêfê digirin û tercîhên wan dikare li gorî rewşa wan biguhezin. Wekî din, taybetmendiyên kesayetiya me ne statîk in û bî demra û bi fêr bûna serpîhatiyan tên gûhorîn. Helbet li gel vê têgîhîna mîzaha me jî adapte dibe teybetmendîyên me yên nû.

Ji bilî taybetmendiyên kesayetiyê, faktorên çandî jî li ser mîzaha kesan bandorê dike. Çandên cihêreng xwedan şêwazên mîzahiyê yên bêhempa ne. Mînak, mîzaha Tirka bi giştî li ser kevneşopiya mîzaha devkî hatiye avakirin û hêmanên wekî îroniya, zêdegaviyê dihewîne. Şanoyên sîwan ên kevneşopî yên wek Karagöz û Hacivat nimûneyên ji kokên dîrokî yên mîzaha Tirka ne. Li aliyê din mîzaha Kurda li ser bingeha dîroka dewlemend a çanda Kurdî û kevneşopiya edebiyata Kurdî ye. Taybetmendiyên girîng ên mîzaha Kurda rexneya civakî, tinazîkirina desthilatdariyê û lehengên hîleker yên di çîrokan de ne. Mizaha Kurda de helbet kevneşopiya mîzaha devkî jî cihekî girîng digire. Kurd, bi rêya mîzahiyê balê dikşîne li ser mijarên civakî û siyasî û rexnekirina wan. Ji bo mînak; her çî qas Mem û Zîn ku yek ji berhemên girîng ên edebiyata Kurdî ye, temaya evîn û trajediyê esas digire jî, Ahmetê Xanî di vê berhemê de rexneyên civakî û siyasî jî bi zimanekî mîzahî tîne ziman. Mînak:

Ez mame di hîkmeta Xwedê’da

Kurmanc-i di dewleta dinêda

Aya bi çi wechî mane mehrûm?

Bîlcimle jibo çi bûne mehkûm?

Wekî em dibînin li gel teybetmendiyen kesayetiyê di navbera çand û dîrok û mîzahê de jî tekîliyek heye. Lê çima divê em bala xwe bidin girêdana di navbera mîzah û taybetmendiyên kesayetiyê? Ji ber ku têgihîştina vê têkiliyê dikare ji me re bibe alîkar ku em bi kesên din re bi bandortir tekîliya deynîn. Bi haybûna ji cûreyê kesayetiya yekî, em dikarin henekên xwe li gor wê bikin û bi wan re çêtir tevbigerin û têkiliyek civakî ya erênî û xweştir biafirînin. Wekî din, mîzah dikare bibe amûrek hêzdar ji bo xwe-vedîtin û mezinbûna kesane. Bi nihêrandina li ser cûreyên mîzahê ku em jê hez dikin û çima, em dikarin di derheqê taybetmendiyên kesayetiya xwe de û ka ew çawa bandorê li jiyana me dikin de têgihiştinên hêja bistînin.

Di encamê de, têkiliya di navbera mîzah û taybetmendiyên kesayetiyê de têkiliyek balkêş û tevlihev e. Digel ku tercîhên me yên ji bo hin cûreyên mîzahiyê bê guman di bin bandora taybetmendiyên kesayetiya me ya kesane de ne, faktorên wekî paşxaneya çandî û çarçove jî rolek girîng dileyzin. Bi têgihiştina van girêdanan, ne tenê em dikarin pêwendiya xwe bi yên din re baştir bikin, di heman demê de em dikarin rêwîtiyek xwe-vedîtin û mezinbûna kesane jî bikin.

Ji ber vê yekê, dema ku hûn bi henekekî dikenîn an jî we hûn hewl didin ku henekekî bikin an jî çîrokekî  parve bikin, kêliyekê bisekinin ku pêwendiya kûr a di navbera mîzah û kesayetiya xwe de bifikirin. Kî dizane, dibe ku hûn di vê pêvajoyê de tiştek nû li ser xwe fêr bibin.

Çavkanî:

Cann, A., Stilwell, K., & Taku, K. (2008). Humor styles, positive personality, and health. Europe’s Journal of Psychology, 4(1), 1-22.

Greengross, G., & Miller, G. (2011). Humor ability reveals intelligence, predicts mating success, and is higher in males. Intelligence, 39(4), 188-192.

Hampes, W. (2005). The relation between humor styles and empathy. HUMOR: International Journal of Humor Research, 18(3), 287-300.

Kuiper, N. A., Kirsh, G. A., & Leite, C. (2010). Reactions to humorous comments and implicit theories of humor styles. Europe’s Journal of Psychology, 6(3), 236-266.

Martin, R. A., Puhlik-Doris, P., Larsen, G., Gray, J., & Weir, K. (2003). Individual differences in uses of humor and their relation to psychological well-being: Development of the Humor Styles Questionnaire. Journal of Research in Personality, 37(1), 48-75.

McCrae, R. R., & Costa, P. T. (1987). Validation of the five-factor model of personality across instruments and observers. Journal of Personality and Social Psychology, 52(1), 81-90.