Teoriyên li ser kok û çêbûna komên etnîk û neteweyan û rexneyên li van teoriyan em deynin aliyekî, rastiyek heye ku çanda hevpar a civak û neteweyan hîkariyê li ferdên xwe dikin û dikin ku bi wan re ruhekî mişterek çêbe. Wekî ziman, çand jî di vî warî de kartêker e û mît di gel efsaneyan, hêmanên çandê ne.
***
Mîtolojî ku beşek ji çandê ye, bi xwe bala min pir dikişîne ser xwe û kêfa min ji xwendin û xebatên li ser mîtolojiyê re, nemaze yên li ser kurdan tê. Ji ber ku ew jî reng û taybetmendiyeke çanda me ya cudaker e ji yên gelên din û di avakirina aîdiyeta hevpar de jî roleke wê ya avaker heye. Îcar mît tiştên aşopî ne û xeta di navbera wê û dîrokê de bi giştî şêlû ye, heta qet tune ye (Smith, 1994: 44). Mît, ku ji ber hewla mirovan a şirovekirina siruşt û bûyerên siruştî, çêbûna dinya û gerdûnê ya li ser afirandinê derketine holê, xwedî gelek aliyan in. Ew bi tenê ne li ser siruşt û bûyerên siruştî ne, berhemên xeyala mêjiyên mirovan in ku dixwazin qabiliyetên dersiruştî jî bidin mirovan û wan bikin kesên derî adet.
Yek ji pîrên xebatên li ser mîtolojiyê Erns Cassirer, ku çarçoveyeke teorîk jê re daniye, wiha dibêje: “Di nav hemû bûyerên çandî yên însanî de, ew ên ku herî hindik ji analîzên mentiqî re misaîd in, mîtos û dîn in” (Cassirer, 2005: 74). Di gel vê rewşê di jiyana mirovan de cih û tesîreke wê ya berbiçav jî heye û Cassirer dibêje tu bûyereke siruştî û tu bûyereke jiyana mirov nîn e da li şiroveyeke mîtolojîk neyê û şiroveyeke wiha nexwaze (Cassirer, 2005: 75).
Bûyer û lehengên mîtolojîk ku ji serdemên gelek berê mane li aliyekî, di van serdemên modern de jî tiştên xwedî karekterên mîtîk tên afirandin û kes bi xwe jî dibin mît; wekî mîtên dînî, civakî, polîtîk û yên damezirîner. Loma çêkirina mîtan ne tenê aîdî ramana mirovên seretayî ye, çendî wesfên wan biguhere û hinek ber bi aqilîbûnê ve herin jî, di demên modern de îcar bi xuyangeke din dixuyên.
Anthony D. Smith di xebata xwe ya “Milli Kimlik” (Nasnameya Neteweyî) de, gotinên “mîta ku xwe dispêre kokeke hevpar” û “mîta nijadeke hevpar” bi kar tîne û dibêje ku “bêyî mîta nijadî pir zor e ku etnî li jiyanê bimînin” (Smith, 1994: 41-43). Der barê mîtên afirînê de, di nav kurdan de jî mîtên çêbûna kurdan a ji bavekî hene. Di hejmara 12’an a Ronahîyê de, bi nasnavê Herekol Azîzan nivîsareke Celadet Bedirxan a bi sernavê “Mil û Zil, Bir û Esasên Eşîrên Kurdan” heye. Di wê de rîwayeteke li ser koka kurdan, nemaze li ser kurmancan vediguhêze ku li Zaxoyê ji kalemêrekî bihîstiye. Li gorî vegotinê, li qûntara Çiyayê Agiriyê zilamek bi navê Kurd hebûye û xwedî malbat bûye. Rojekê şepe bi ser wan de tê û ji bilî du lawên wî, ku wê gavê ne li wir bûne, hemû ferdên malbatê di bin berfê de dimirin. Navên wan her du kesên filitî yek Mil û yek jîZil bûye. Eger em bi awayekî kurtebir bibêjin, hemû kurmanc ji van her du lawên Kurd zêde bûne û paşê bi navê eşîrên Mil û Zil hatine naskirin. Dîsan li gorî gotinan, çendî hemû êl û eşîr wekî Mil, Zil û Silîv bên zanîn jî, Silîv bi xwe ji Zil peyda bûye. Her wiha di heman nivîsarê de serî li Şerefnameya Şerefxan û wê rîwayeta li nav xelkê heyî jî dide ku li gorî wê îcar kurd ji du bavan, ji “Bext” û “Becen” in (Azîzan, 1943: 12-14).
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Ji xeynî mîtolojiya Kawa û Dehaq a der barê Newrozê de, ya kurdên êzîdî ya li ser afirandinê ku di Mishefa Reş de heye û wekî ya kurdên Ehlî Heq, di çanda me mît û efsaneyên li ser mirovbûna hin ajelan/heywanan jî pir in û ji ber ew ajel pîroz tên pejirandin, nayên kuştin. Her wisan li ser cîsmên esmanî jî mît hene. Wek nimûne; tê gotin ku hirç, pepûk û legleg mirov bûne. Em bi dorê û bi awayekî kurt ji wan behs bikin. Bawerî ew e ku hirç jineke ducanî bûye. Rojekê gava bi xesû û xezûrê xwe re diçe cihekî, li ser sergo çavê wê bi çekûr ango çermekî hişkolekî dikeve. Nebîraniyan dike û dilê wê dibije goşt. Li dû wan hêdî hêdî diçe, heta mesafe dikeve navbera wan û bi awayekî xwe ji wan çepeve dike, vedigere ser sergo û wî çermî dixwe. Xesû û xezûr lê werdiqilin ku bûk ne li dû wan e, li dûşa xwe vedigerin, dibînin wa ye ketiye ser çerm dixwe. Bûk ji şerman li xwe nifir dike û dibe hirç.
Ji bo kurdan hirç ne tenê heywanekî gir û debeng e, her wisan ew nîşana dilşewatiyê ye. Ji lew re gotinên wekî “hirçê kezebşewitî”, “hirçê di geliyan” û “hirçê bişewêl” ji bo wan kesan tê gotin ku ew xwe li ser lêzimên xwe qebûl nakin, li dij neheqiya ku li wan bûye radibin û şewata wan ji xizim û lêzimên wan re jî zehf e.
Pepûk jî keçikek bûye. Ew û birayê xwe ji dê sêwî û li ber destê damariyê bûne. Ji ber ev pir tê zanîn em hema bi kurtasî bibêjim ku biharê jinbavê ew şandine kerengan, Keçik kerengan diçine, kurik jî dike tûrik, lê tûrik qul bûye û haya wan jê nebûye. Nêzî roj li wan here ava, keçik dinêre ku ji bilî çend liban kereng di tûrik de nîn in. Keçik ji birayê xwe dikeve gumanê ku wî ew xwarine. Newêre bêyî kerengan vegere malê. Çendî lawik dibêjê wî ew nexwarine jî, keçik bawer nake û jê re dibêje ku ew ê zikê wî biqelêşe û hîn bibe bê ka rast e yan derew e. Keçik zikê wî diqelêşe, dibîne piçek jî kereng di mîdeya wî de nîn e. Kurik dimire, keçik rûdinê li xwe dixe û dide giriyan. Nifiran li xwe dike, nifirên wê diçin qebûlê û wekî pepûkekê bi çolan dikeve. Her sal biharê dema kerengan pepûpepûya wê ye û dibêje “kê kuşt, min kuşt…”
Gotina pepû/pepûkê wek belengazî û dêraniyê tê bikaranîn. Nemaze gava jin li ser bira û lêzimên xwe yên mêr şînê dikin an ji halê wan re dilê xwe dişewitînin dibêjin “ez pepûk bim”, “li min pepûkê” û hwd.
Meseleya ku li ser leglegê tê gotin jî pir seyr e. Li gorî baweriyê ew jî mirov bûye. Beg an jî axayekî têra xwe zalim bûye ku jin û mêr başewal (ji navê berjêr tazî) dane xebitandin. Gava di wexta xebatê de xwar û rast bûne, heyayên wan, ango organên wan ên cinsî xuya bûne û ew jî bi wan keniyaye. Hingê wan bendeyan lê nifir kirine, Xweda lê hatiye xezebê û ew kiriye legleg. Ew leqleqa leglegê jî dengê wan kenên wî bûye ku niha jî didomîne.
Di çanda me de cihekî giring ê marê reş jî heye. Rolyefeke marê reş a li ser dîwarê ber dergehê Laleşê tê zanîn. Li gorî baweriyeke berbelav, di heyna Tofana Nuh de, gava keştî qul dibe û av jê dikeve hundirê keştiyê, marê reş xwe xistiye wê qulikê û nehiştiye av bikevê. Bi saya serê mar, hemû candar û ruhliberên di keştiyê de ji xeniqînê rizgar bûne. Îcar baweriya bi êzîdiyan re ew e ku keştiya Nuh li gundê Eynsifnê ku bi qasî 10 km’an li başûrê Laleşê dikeve hatiye çêkirin. Paşê keştî li ser Çemê Dîcleyê dest bi rêwîtiya xwe kiriye, lê li Çiyayê Şengalê keştî li zinarê lûtkeya “Sîn el Kilûb”ê diqelibe û qul dibe. Marek tê xwe di wê qulikê de asê dike, bi vî awayî keştî xwe digihîne Çiyayê Cûdî û li wir radiweste (Guest, 2001: 67).
Ne kurdên êzîdî ne jî yên misliman marê reş nakujin. Bawerî ew e ku heta kes belaya xwe di marê reş nede, ew bi kesî ve nade. Eger mirov jê bigerin, ew tê ba mirovan jî, lê eger ziyanekê bigihîninê, ew pir kîndar e û heta tola xwe nestîne ranaweste.
Li ser heyvê jî, ku sembola bedewîtiyê ya keç û jinan e û xweşikbûna wan pê tê mînandin, tişt tên gotin. Di dema zarokatiya xwe de me ji mezinên xwe gelek caran li çîroka çêbûna heyvê guhdarî kiriye. Li gorî gotina gotinbêjan, heyv ji dê sêwî bûye û li ber destê damariyê mezin bûye. Zirxweşkeke wê ya ji damariyê hebûye ku mîna wê ne bedew û yeka sik bûye, her wisan ne jîr jî bûye. Loma damariya wê tim jê çavnebarî kiriye. Rojekê gava jinbava wê hevîr dike, ji dexesiyan lemata xwe ya bihevîr di ser çavên wê dide. Keçik ji ber ku pir ji destê damariyê kişandiye û nekariye hew baristan bike, dua dike ku ji ber destê damariya xwe bifilite. Duayên wê qebûl dibin û ew dibe heyv. A ew lekeyên li ser rûyê wê, gava tam gilover û geş dibe baş dixuyên, ew lekeyên hevîr bi xwe ne.
Di kurmancî de jixwe peyva heyvê ji aliyê zayenda zimanî ve mê ye û bi biwêja “heyv şîv xwarin” jî ew bi mirovan hatiye şibandin. Gava heyv êvarê bi awayê heyva tijî, heyva şardehşevî derdikeve, ev biwêja “heyvê şîv xwariye” tê bikaranîn. Her wisan heyv pîroz e jî, loma nabe mirov bi tiliyan wê nîşanî hev bide, li hemberî wê bimîzin û bi taybetî gava ku geş û têr e, di rewşa tijî de ye, nabe lê bê mêzandin, nemaze zarok. Wê gavê dibêjin “hûn ê bi heyvê bikevin.” Ketina bi heyvê jî, tê wateya nexweşîneke giran. Nîşanên vê nexweşînê jî bi awayê emelbûn, vereşîn, barandina rondikan, cotbûna nav birûyan û hatina avê ya ji bêvilan xwe dide der. Hin nexweşîn jî dîsan bi nûbûn û kevnbûna heyvê ve tên eleqedarkirin. Mîna nexweşîna bîrovê (cureyek nexweşîna egzamayê). Di gel van, dîsan ew kesên ku xûy û exlaqên wan li gorî tevgerên nûbûn û kevnbûna heyvê ne xweş dibin, ji wan re dibêjin “heyvok.”
Di çandên cur bi cur de tesbîtkirina mîtan merhaleyeke giring e, lê ya giringtirîn fehmkirina ji wan e. Loma gelek kesên ku li ser mîtolojiyan hûr bûne û di wan fikirîne, wan hewl daye bingehên wan rave bikin û tê bigihîjin bê ka ji bo jiyana mirovan û heta komên etnîk û neteweyan çi wateya mîtan heye, gihîştine encam û tesbîtên balkêş. Yek ji van jî Anthony D. Smith e ku bi xebatên xwe yên li ser neteweperweriyê tê zanîn û bi awayê etno-sembolîst tê nasandin, li ser koka etnîk a neteweyan pir serê xwe êşandiye û navê neteweyê wiha pênase dike: “Civata ku divê axeke/welatekî wê yê dîrokî, mîtên hevpar û hafizeyeke wê ya dîrokî, çandeke wê ya girseyî, xwedîbûna aboriya hevpar û mafê qanûnî ya hevpar hebin” (Smith, 1994: 70). Balkêş e ku di nav van mercên rêzkirî de cih daye gotina mîtên hevpar jî û ev yek tiştekî pir giring e.
Ev teoriyên li ser kok û çêbûna komên etnîk û neteweyan û rexneyên li van teoriyan em deynin aliyekî, rastiyek heye ku çanda hevpar a civak û neteweyan hîkariyê li ferdên xwe dikin û dikin ku bi wan re ruhekî mişterek çêbe. Wekî ziman, çand jî di vî warî de kartêker e û mît di gel efsaneyan, hêmanên çandê ne. Loma jî hewcehiya me pir bi xebatên zanistî yên li ser mît û mîtolojiya me jî hene ku divê ew hem bên qeydkirin hem jî analîzên akademîk li ser wan bên kirin.
Çavkanî:
AZÎZAN, Herekol, “Mil û Zil, Bir û Esasên Eşîrên Kurdan”, Ronahî, Sal 1, Hejmar 12, Şam, 1943.
CASSIER, Erns, Devlet Efsanesi İnsan Üstüne Bir Deneme (wergêr: Necla Arat), Say Yayınları, Stenbol,2005.
GUEST, John S., Yezidilerin Tarihi Melekê Tawus ve Mishefa Reş’in İzinde (wergêr: İbrahim Bingöl), Weşanên Avestayê, Stenbol 2001.
LESCOT, Roger, Yezidiler Din Tarih ve Toplumsal Hayat, Cebel Sincar ve Suriye Yezidileri (wergêr: Ayşe Meral), Weşanên Avestayê, Stenbol, 2001.
SMITH, Anthony D., Milli Kimlik (wergêr: Bahadır Sina Şener), İletişim Yayınları, Stenbol,1994.
-
Zana Farqînî, di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse û zanîngeh jî li Zanîngeha Stenbolê (beşa civaknasî) xwendine. Mastera xwe jî li ser Çand û Zimanê Kurdî li Enstîtuya Zimanên Zindî yên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê kiriye.
Ew yek ji avakarê Koma Çiya ya muzîkê ye û li gel komê jî di kaseta pêşîn a bi navê “Rozerîn” de wek stranbêj cih girtiye.
Cara pêşîn di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de gav avêtiye nav qada weşangeriya kurdî û di vê kovarê de jî di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê di rojnameya hefteyî Welat de wek redaktor û nûçegihan xebitiye. Piştre di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye Berpirsê Karê Nivîsaran ê pêşîn û dûre jî bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê vê rojnameyê. Piştî girtina wê, îcar di derxistina Azadiya Welat cih stendiye û bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê pêşîn ê vê rojnameyê.
Ji sala 1997’an heta 2008’an çend dewran di Desteya Kargêriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye û li Enstîtuyê serokatiya Beşa Ziman jî kiriye. Devrekê jî (2011-2013) serokatiya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê kiriye. Her wiha Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e ku ji aliyê heman Enstîtuyê ve di sala 2005’an de hatiye lidarxistin.
Yek ji avakarê Weqfa Mezopotamyayê û endamê Heyeta Miteweliyan a vê weqfê ye. Di gelek kovar, rojname û mecrayên dîjîtal de bi giranî li ser zimanê kurdî di warên cur bi cur de gotar û nivîsarên wî hatine weşandin.
Berhemên wî:
Ferhenga Tirkî-Kurdî
Ferhenga Kurdî-Tirkî
Ferhenga Kurdî Tirkî – Tirkî Kurdî
Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji Aliyê Binyatî ve)
Xebatên kolektîf
Em Zimanê Kurdî Binasin
Muzîka Sarayê ya Kurdî
Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) – Tirkî
Rêbera Rastnivîsînê
Wergerên wî yên ji zimanê tirkî:
Mamosteyê Sêyemîn Xanî
Rastiyên Destana Memê Alan
Xanî û Newroz
Xanî û Memzayên Wî