Serokê Misirê el-Sîsî ragihandiye ku ew pêşnîyara agirbesteka du rojan dikin ku di nav vê demê de 4 dîlên Îsraîlî û hinek girtîyên Filistînî li hev bên guhertin.
Hevdîtinên li Qeterê
Li Qeterê hevdîtinên di navbera serokê CIAyê û serokê îstixbarata Îsraîlê Mossadê de destpê kiriye. Armanca hevdîtinan ew e ku li ser agirbesteka kurt û veguhertina dîlan li hev bikin.
Êrîşên li bakurê Xezeyê
Li gorî rayedarên tenduristîyê yên Xezeyê, di êrîşên Îsraîlê yên li ser bakurê Xezeyê de 45 Filistînî mirine. Li gorî artêşa Îsraîlê di 24 saetan de 40 çekdarên HAMASê hatine kuştin.
Rewşa mirovî
Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres gotiye ku rewşa sivîlan li bakurê Xezeyê “nayê tehemulkirin”. Li gorî rayedarên tenduristîyê yên Xezeyê, hejmara mirîyan nêzî 43 hezarî bûye.
Çavkanî:
- Reuters
- Botan Times
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.