Minaqeşeyên ser navên mehan dewam dikin

Karînerekî Twitterê ser navên mehan ji Botan Timesê re çavkanîyeka bi qasî 100 salên berê şand. Di çavkanîyê de, ku bi alfabeya Kîrîlî di sala 1929an de li Revanê çap bûye, xuya dibe ku bo navê meha 12an ”Kanûna Pêşî” hatiye nivîsîn. Wî karînerî, ku nav @mistefayo ye, bi twîtekê li bin wêneyê kitêbê ”Ew […]

Minaqeşeyên ser navên mehan dewam dikin
Minaqeşeyên ser navên mehan dewam dikin
Botan Times
  • 29 Aralık 2022 13:01

Karînerekî Twitterê ser navên mehan ji Botan Timesê re çavkanîyeka bi qasî 100 salên berê şand.

Di çavkanîyê de, ku bi alfabeya Kîrîlî di sala 1929an de li Revanê çap bûye, xuya dibe ku bo navê meha 12an ”Kanûna Pêşî” hatiye nivîsîn.

Wî karînerî, ku nav @mistefayo ye, bi twîtekê li bin wêneyê kitêbê ”Ew navên mehan yê nivîskar Receb Dildarî pêşniyar kiriye usa jî heman nav in di vê kitêba sala 1929-a da çapbûyî da..” nivîsî.

Edîtoryaya Botan Timesê bo navê meha 12an ”Berfanbar”ê tercîh dike, lê nivîskar Receb Dildar di rojên borî de edîtorya ser navên mehan hişyar kiribû.

Dildar ‘’Botan Times navê mehan sererast bike, em ê kêfxweş bibin: 1- Kanûna paşîn. 2- Sibat. 3 – Adar. 4- Nîsan. 5- Gulan. 6- Hezîran. 7- Tîrmeh. 8- Tebax. 9- Îlon. 10- Çirriya Pêşîn. 11- Çirriya Paşîn. 12- Kanûna Pêşîn.’’ nivîsîbû.

Di ferhengên Kurdî de bo meha 12an, ‘’berfenbar, berfanbar, berçile, kanûn, kanûna ewil, kanûna pêşîn’’ tên nivîsîn.

Foto: Twitter, @mistefayo