Mînakeka Rojnamegerîya Edebî: Belkî îşev binive

23/01/2023

Di jimara 162. ya heftenameya Xwebûnê de, akademîsyen Ahmed Kanî ji Daniel Defoe heta Murat Bayramî bi kurtasî behsa rojnamegerîya edebî kiriye.

Kanîyî bi analîz û nêrînên xwe kitêba Murat Bayramî “Belkî îşev binive” helsengandiye.

Kanîyî li ser rojnamegeriya edebî diyar kiriye:

Têgiha Rojnamegeriya Edebî, bi
bikaranîna têgihên rojnamegerî û
edebiyatê bi hev re, derketiye holê.
(Erdem, 2016:130-2/16) Cara pêşîn
ev têgih, bi referanskirina berhema
Daniel Defoe (1660-1731) yê nivîskar û
rojnameger, ya bi navê “Rojnivîska Sala
Kulê (weba)” ya ku di sedsala 18’an de
nivîsiye, hatiye bikaranîn.
Meriv dikare bibêje ku têgiha
rojnamegeriya edebî, di nîvê duyem ê
sedsala 19’an de Tom Wolfe wek “rojnamegeriya nû” bi nav kiriye. Ancax bi
awayekî akademik têgiha rojnamegeriya
edebî, di salên 1980’yan da kemiliye.

Ahmed Kanî

Meriv dibine ku nivîskar bi devoka
Cizîrê, bi awayek serkeftî ziman bi kar
aniye. Di karê rojnamegeriya edebî da
gelek serkeftî ye. Hêla realist a rojnamegeriyê û hêla edebî ya honandina
çîrokan gelek serkeftî ye.

Ahmed Kanî

Hûn dikarin hemîya heftenameyê bi vê lînkê bibînin û bixwînin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

“Bi yewmîyeyên me torbeyek arvan nayê kirîn”

Weşana paşê

Botan Times Weekly Magazine out!