“Min biryar da biçim girtîgehê, ji ber ku dewlet dê li min binêre.”

08/11/2024
pexels-photo-1010973.jpeg
Foto: Pexel, wêneyên belaş

Dadgeha Utrechtê biryar daye ku Yilmaz Ç. yê 52 salî piştî temamkirina cezayê xwe dê ji Hollandayê bê derxistin. Welatîyê tirk sala borî bi mebesta çûna girtîgehê bi zanebûn li jineka 73 salî xistibû.

Biryara dadgehê

Dadgehê, cezayê 12 salan ê girtîgehê daye Yilmaz Ç. Piştî temamkirina vî cezayî, ew dê ji bo Tirkiyeyê bê şandin û 10 salan nikare were Hollandayê.

Çima ev sûc hatiye kirin?

Li gorî belgeyên dadgehê, Yilmaz Ç. ji bo ku ji îmkanên civakî yên dewleta Hollandayê sûd werbigire, bi zanebûn ev sûc kiriye. Di îfadeya xwe de gotiye: “Min biryar da ku herim girtîgehê, çimkî dewlet dê li wê derê li min binêre.”

Dîroka sûcên berê

Berê jî di sala 2002an de ji ber kuştinê 12 sal û di sala 2018an de ji ber êrîşê 14 meh ceza girtibû. Destûra wî ya rûniştinê di sala 2021ê de hatibû betalkirin.

Bandora li ser mexdûrî

Jina 73 salî ya ku bûye mexdûra vê bûyerê, hîn jî li nexweşxaneyê tê dermankirin. Kurê wê Ralph de Backer, ji RTV Utrechtê re gotiye ku ew bi biryara derxistina Yilmaz Ç. ji welêt dilxweş in.

Çavkanî:

  • Botan Times
  • BBC Tirkî
  • RTV Utrecht
  • De Gooi en Emelander

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Kitêba “Mîtolojîya Botanê û Bawerîyên Xelkê Wê” derketiye

Weşana paşê

Son Kürt Prens, Dr. Kamiran Bedirxan ile Tarihî bir Söyleşi (1962)