“Mîlyonek xwendekaran dev ji dibistanê berdaye û dest bi karî kiriye”

“Mîlyonek xwendekaran dev ji dibistanê berdaye û dest bi karî kiriye”
“Mîlyonek xwendekaran dev ji dibistanê berdaye û dest bi karî kiriye”
Botan Times
  • 16 Ocak 2023 08:08
Fotoğraf: Unicef.org

Enflasyona bilind ya li Tirkiyeyê rê li ber xizaniyê vedike. Hejmara xizanan jî rojane bilin dibe.

Kordînatora Ofîsa Pişgiriya bi Xizanan re ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) Hacer Foggo li Wanê axivî û balkişand ser vê rewşê.

Foggo dibêje, malbatên xizan  wekî mîras ji zarokên xwe re xizaniyê dihêlin. Ji ber krîza aboriyê nêzîkî mîlyoneke xwendekar dev ji dibistanan berdane û dest bi xebatê kirine.

Li gor Foggo mîrasa xizaniyê ku dê bavên wan ji zarokan re dihê zarokan ji niha de girtine ser pişta xwe.

Wî dîyar kir ku di rewşa niha de hemû kes xwe bi tenê, bêcare  û bê ewlehî hîs dike.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyê (TURK-IŞ) eşkere kiribû ku li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê yê malbateke 7 hezar û 786 lîra ye. Sînorê xizaniyê jî wekî 25 hezar û 364 lîra hatibû ragihandin.

Her wiha li gor daneyên Sazîya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUİK) di Kanuna 2022an de enflasyona li Tirkiyeyê wekî sedî 62.27 hate parvekirin.

Lê li gor Koma Lekolînê ya li ser Enflasyonê (ENAG) rastî ne wiha ye. ENAG dîyar dike ku Enflasyona di bêrîka gel de sedî 137,55 e.