Wekîla Batmanê: Hûn bi hêza pereyan hatin, em bi piştgirîya gel

05/01/2023
Ayşe Acar Başaran

Sîyasetvanên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) piştî biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya ser blokerina hesabên partîyê ya bo alîkarîya xezîneyê bertekên xwe bi etîketa ‘’GaspVar’’ Xesp Heye’’ dinivîsin.

Wekîla HDPê ya Batmanê Ayşe Acar Başaran jî bi twîteke Kurdî dîyar kir ku li pişta wan milet heye.

‘’Cihê ku hûn bi hêza pereyan hatin, em bi piştgiriya gel hatine’’ Başaranê nivîsî.

Wê dîyar kir ku yên dixwazin wan têk bibin çi bikin jî nikarin têk bibin.

Dadgeha Qanûna Bingehîn bi awayekî demkî bloke danîye ser hesabên HDPê û ji wê partîyê dixwaze ku heta mehekê parastina xwe bike.

Piştî parastina HDPê, Dadgeha Qanûna Bingehîn dê biryara dawî bide. 

Foto: Twitter, @hdpgenelmerkezi, SS


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

“Dema kal û bapîrên me dimrin sed çîrokan jî bi xwe re dibin mezelan”

Weşana paşê

“When our grandparents die, they take hundreds of stories with them”