Lêkoler, akademîsyen û zimanzan Mîkaîl Bilbil, bi boneya roja zimanê zikmakî yê cîhanê dê semînerekê li ser Plansazîya Zimanî ji bo Kurdîya Kurmancî bide.
Semîner bi hevkarîya Komeleya Lêkonînên Çandî ya ji bo Aştîyê (bakad) tê lidarxistin.
Zimanzan Mîkaîl Bilbil dê di çarçoveya plansazîya zimanî da li ser rewşa kurdîya kurmancî û problemên wê raweste.
Ji bo beşdarîyê divê forma serlêdanê bê dagirtin û beşdarîya semînerê sînorkirî ye.
Cihê semînerê piştî serlêdanan dê bê dîyarkirin û bi rêya maîlê beşdar dê bêne agahdarkirin.
Semîner rû bi rû ye.
Bername 17yê Sibatê saet 14:00yan dest pê dike û dê saet û nîvan berdewam bike.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.