Mijdara Kurdên li Stenbolê Çawa Derbas bû?

Rojekê, gava ez li Weşanxaneya Hîvdayê li cem Huseyin Siyabend bûm, wî li ser axafinekê xwe got ku cîhan (ez bawer im mebesta wî geştiyar bûn) Tirkiyeyê nas nake, lê belê herkesê navê Stenbolê bihîstiye.

Belê Stenbol bajarekî qedîm ê cîhanê ye û ji mêj ve ye tê zanîn. Hezar sal in jî mazûvaniya gelek medeniyetan kiriye û dike. Li vî bajarî hemî millet û olên cuda her tim ji xwe re cihek peyda kirine û hewl dane bi kultura xwe re li vê derê bijîn.

Ev zêdeyî 100 sal in hebûna Kurdan a li vê bajarê qedîm berbiçavtir bûye û her ku diçe jî şopên Kurdan kûr û berbelavtir dibin.

Hêjayî gotinê ye ku ev berbiçavî bi şikestina her serhildaneke Kurdan a li ser axa wan zêdetir bûye û ev yek di roja me ya îro de wekî girseyeke tê zanîn ku êdî teqabûlî bi milyonan dike.

Di vê nivîsarê de dixwazim behsa jiyana çand û hunerî ya Kurdan ya meha mijdarê bikim ka Kurd li Stenbolê guhê xwe didin kîjan muzîkjenan, diçin kîjan konseran û çi cûre lîstikên şanoyê temaşe dikin.

Bandora Çalakiyên Hunerî Li Ser Civaka Kurdên Stenbolê

Di vê atmosfera sosyo-polîtîk ya hişk da, haletîruhiyeta milletê Kurd jî ne di asteke normal de seyir dike. Her di vê mijarê divê em bala xwe bidine rola saxkirinê ya hunerê li ser civaka Kurd û giringiyeke mezin bidine çalakiyên hunerî.

Bêguman di pêvajoya normalîzasyona kesayet û civakê de, çalakiyên hunerî roleke erênî digêrin ku îsal hejmareke zêde ya çalakiyên hunerî yên Kurdî li Stenbolê pêk hatin.

Bi hebûna van çalakiyan, civaka Kurdan li vî bajarî zêdetir xwe bi çalakiyên ziman û çanda xwe ve digire. Ev yek dibe wesîle ku ew aîdiyetên wan ên berê hatibûne êşandin îro bi awayekî serbest xwe bidine nîşandan. Helbet rêjeya vê serbestiyê hêj jî kêm e.

Di van çalakiyan de tişteke giring jî ew e ku, ev hunera kurdî ya ku li bajarên wekî Stenbolê tê pêşkêşkirin gihiştiye qonaxeke profesyoneltir. Ji aliyê din ve mirov dikare destnîşan bike ku nisbet bi salên berê, bazara hunera Kurdî li Stenbolê qewîtir bûye.

Wêne: Qesîm Etmanekî

Heyranoka Kurdî Li Opereya Sureyya Hat Gotin

Meha mijdarê ji bo civaka Kurdên Stenbolê bi bereket bû; Kurdên vî bajarî yekem car li saloneke modern a opereya (Süreyya Operası) piştî aryayên bi zimanên biyanî, dengê Kurdî jî bihîstin û ev yek tecrûbe kirin. Ev konsera operayê ya Sporanoya Kurd Pervin Chakarê dengeke mezin veda û bûyerên ku wê şevê li ser sehneyê rûdan çend rojan bûn rojeva Kurdan û Tirkiyeyê. 

Ji wan dîmenên ku wê rojê hatibûn belavkirin jî xuya dike ku serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Özgür Özel li hemberî performansa Pervin Chakarê ji cihê xwe rabûye û çûye ser sahneyê û destê wê maç kiriye. Helbet ev helwesta Özel ji gelek aliyan ve bi awayên cuda cuda hate nirxandin.

Sporanoya Kurd Pervin Chakar wê şevê bi gelek zimanên cuda li ser sehneyê hunera xwe pêşkêş kir. Di bernameyê de Soprano Chakar aryaya Juliet, Arix, Heyran Jaro û gelek stranên dî bi terza operayê gotin.

Bostancı ji bo Rewşanê tije bû

17ê Mijdarê muzîkjena Kurd Rewşan Çeliker li Navenda Pêşandana Bostanciyê (Bostancı Gösteri Merkezi) yekem car derkete ser sehneyê. Ev konser ji bo muzîkjen Rewşanê û hevalên wê giring bû. Ji ber ku ev yekem car bû Çeliker li Stenbolê, li saloneka 2500 kesî derdiket pêşberî guhdar û hezkiriyên xwe.

Hunermendên wekî Aynur Doğan, Mem Ararat, Rewşan Çelikerê li salonên mezin yên li Stenbolê derdikevin pêşberî guhdarên xwe. Ev yek wê yekê destnîşan dike ku li Stenbolê girseyeke mezin ya guhdarên muzîka kurdî heye.

Şanoya Amedê li Stenbolê Derket Ser Sehneyê

Şanoya Bajêr a Amedê bi boneya lîstika “Mirina Jeanne D’Arce Ya Din” li Stenbolê di dawiya meha mijdarê de, turneyek pêk anî. Lîstik 24, 25 û 26ê Mijdarê li Stenbolê li bajarokên Avcılar, Ataşehir û Şişliyê li salonên şanoyê hatin lîstin.

Lîstika şanoyê ya ku Stefan Tsanevî nivîsiye, bi wergera nivîskar Dilawer Zeraq bo Kurdî hatiye wergerandin û ji hêla Berfin Emektar ve hatiye derhênan. Herwiha Nurşen Adıgüzel, Yavuz Akkuzu û Özcan Ateş di lîstikê de rol digêrin.

Ev turne bi alîkariya SEYME Organîzasyonê pêk hat û her sê salonên ku şano lê hatine listîn bi beşdariya Kurdên Stenbolê tije bûne.

Wêne: Şevin Alaca (Ji Xê)

Dibistana Egîdê Cimo li Stenbolê Vebû

28ê Mijdarê li Stenbolê li Kadiköyê Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo bi amadebûna hejmareke qelebalix a Kurdan hate vekirin.

Bernameya vekirinê li Navenda Çandê ya Kozyatağiya Kadikoyê (Kadıköy Kültür Merkezi) pêk hat. Berhevkar û çîrokbêj Ayhan Erkmen di bernameyê de behsa kurtejiyana Egîdê Cimo kir. Şagirdê Egîdê Cimo, Mîroyê Qanat jî ji Rusyayê bi tevî bilûra xwe beşdarî programê bû û bi meqama Cimo pif kire bilûrê. Bername bi bilûrjeniya Mîroyê Qanat û beşdariya Koma JINmayê bi dawî bû.

Ev dibistana hatiye avakirin dê bi girêdayî Navenda Çanda Mezopotamyayê li Stenbolê ciwanên Kurdan di warê muzîk û enstrûman de perwerde bike.

Li gor daneyên ne fermî Stenbol mazûvaniya zêdetirî 5 milyon Kurdan dike. Meriv bi rihetî êdî li her derê vî bajarî dikare rastî dengê Kurdî bê. Her ku diçe jî nifûsa Kurdên vî bajarî zêdetir dibe û kultura vî miletî bi riya çalakiyên cûr be cûr berbelavtir dibe.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir