Mihrîcana Şano û Zarokan li Silopîyê dest pê kiriye

  • 21/10/2021
Mihrîcana Şano û Zarokan li Silopîyê dest pê kiriye
Vahdet Uçar Fotoğrafı

Vahdet Uçar

21/10/2021

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Şaredarîya Silopîyê di çarçoveya çalakiyên xwe yên çandî û civakî de “Mîhrîcana Şano û Zarokan” li dar dixe.

Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Silopiya ya Şirnexê ji bo zarokan festîvalekê li dar dixe. Mîhrîcana Şano û Zarokan ji aliyê Komîsyona Çandê ya Şaredarîya Silopiyê ve di navbera 20’ê Cotmehê û 17’ê Mijdarê de wê bê li dar xistin. Di çarçoveya festîvalê de dê 8 bername pêk werin.

Endama Meclîsa Şaredarîya Silopîyê û Komîsyona Çandê Mûjde Çaliş di derbarê festîvalê de agahî dan û diyar kir ku ji ber pandemîya ku ev 2 sal û nîv e didome, welatî di malên xwe de girtî ne û ev yek jî bandorên neyînî li ser mirovan dikin. Bi bîr xist ku zarok di pêvajoya pandemiyê de kesên herî di bin vê bandorê de dimînin in, Çalişê diyar kir ku armanca wan bi vê mihrîcanê ew e ku ew mirovan hinekî be jî ji bin van bandorên neyînî derxînin.

Mihrîcanê bi şanoya Don Kîşotê dest pê kir ku ew jî lîstika Şanoya Bajêr a Amedê dest pê kir ku ev lîstik jî bi zimanê kurdî tê lîstin. Çalişê destnîşan kir ku armanca wan ew ku zarok û malbat bi hev re wextên bi kêf bi hev re derbas bikin e. Herweha, hat diyarkirin ku wê mihrîcan kurdî beû got, “Di çarçoveya festîvalê de em ê atolyeyên zarokan jî li dar bixin. Em ê çalakiyên wekî boyaxkirina rû, muzîk, lêxistina enstrumanan û reqsê ji bo zarokan li dar bixin.

Bernameya festîvalê ku ji aliyê Şaredariya Silopiyayê ve tê lidarxistin wiha ye:

* 21-22ê Çiriya Pêşiyê: Ma Müzik-Atolyeya Zarokan

* 2ê Çiriya Paşiyê: Dîcle-Firat- Atolyeya Zarokan

*3-4ê Çiriya Paşiyê: Şanoya Êlihê-Werne Ziman 

* 16-17ê Çiriya Paşiyê: Aryen û Mechel: Atolyeya Zarokan

%d