Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê, rojnameger Ferhat Çelîk hatiye desteserkirin

Ajansa Mezopotamyayê ragihandiye ku Midûrê wan ê karên nivîsan, Ferhat Çelîk, hatiye desteserkirin. Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê (MA) rojnameger Ferhat Çelîk, duhî êvarê li mala xwe ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê hatiye destserkirin. Du polîsên sivîl çûne mala Çelîk û jê re gotine Dozgeriya Komarê ya Dîlokê derbarê nûçeyên ajansê yên li […]

Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê, rojnameger Ferhat Çelîk hatiye desteserkirin
Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê, rojnameger Ferhat Çelîk hatiye desteserkirin
Botan Times
  • 5 Ocak 2022 08:10

Ajansa Mezopotamyayê ragihandiye ku Midûrê wan ê karên nivîsan, Ferhat Çelîk, hatiye desteserkirin.

Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê (MA) rojnameger Ferhat Çelîk, duhî êvarê li mala xwe ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê hatiye destserkirin.

Du polîsên sivîl çûne mala Çelîk û jê re gotine Dozgeriya Komarê ya Dîlokê derbarê nûçeyên ajansê yên li ser hesabê YouTubeyê lêpirsîn daye destpêkirin û ji bo vê divê îfadeyê bide.  Paşê polîsan Çelîk birine Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Okmeydaniyê. Piştî kontrola tenduristiyê Çelîk neqlî Qereqola Ferîkoyê kirine.

Bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” derbarê Çelîk de ji bo rojekê biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Divê îro li dozgerîyê îfadeya Çelîkî bê standin.

Ajnsa Mezopotamyayê*