Ajansa Mezopotamyayê ragihandiye ku Midûrê wan ê karên nivîsan, Ferhat Çelîk, hatiye desteserkirin.
Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê (MA) rojnameger Ferhat Çelîk, duhî êvarê li mala xwe ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê hatiye destserkirin.
Du polîsên sivîl çûne mala Çelîk û jê re gotine Dozgeriya Komarê ya Dîlokê derbarê nûçeyên ajansê yên li ser hesabê YouTubeyê lêpirsîn daye destpêkirin û ji bo vê divê îfadeyê bide. Paşê polîsan Çelîk birine Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Okmeydaniyê. Piştî kontrola tenduristiyê Çelîk neqlî Qereqola Ferîkoyê kirine.
Bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” derbarê Çelîk de ji bo rojekê biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Divê îro li dozgerîyê îfadeya Çelîkî bê standin.
Ajnsa Mezopotamyayê*
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.