Mezûnên lîsansa kurdî yên Artukluyê daxuyanîyek belav kir

Zaningeha Mardîn Artukluyê ragihand ku dê kadro ji bo 24 lêkoleran bê vekirin. Yek ji wan kadroyan, ya kurdî ye.

Mezûnên lîsansa kurdî yên Artukluyê derbarê wergirtina kadroya kurdî da daxuyanîyek belav kir. Ew nerazîbûn û şik û gumanên xwe ji bo şert û mercên wergirtina kadroyê tînin ziman.

Botan Times temamîya daxuyanîyê parve dike.

Zanîngeha Mardin Artukluyê di 2ê Çileya 2024an de ji 24 beşên cuda wergirtina 24 lêkolîner û vekoleran ragehand. Li gor vê ragehandinê kontenjaneke lêkolînerîyê ji bo Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî hate veqetandin. Şert û mercên wergirtina lêkonerekê ji bo beşa Kurdî sê madde bûn: Kesê serî lê bide divê niha aktîv xwendevanê masterê be. Her weha her du şertên dî jî pûana azmûnên Ales (70)ê, Yds (50)ê bûn.
Ji sala 2011an ve Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ya lîsansê li zanîngehên Muş Alparslan, Bingöl û Mardin Artukluyê vebûne û heta niha ji hezarî zêdetir xwendekarên mezûnên lîsansa beşa kurdî hene ku gelekên wan niha masterê an jî doktoroyê dixwînin an jî mezûnên wan in. Lê mixabin di wergirtina lêkolîneran de şerta xwendina lîsansa kurdî cîh nagire û ji ber vê yekê mezûnên lîsansa beşên din jî dikarin serî lê bidin. Bi vî awayî keda xwendekarên beşa kurdî tê piştguhkirin.
Di nav 24 beşan de, 17 beşan şerta lîsansa beşê heye, bes mixabin di beşa kurdî de şerta lîsansê nîne. Bivê nevê ev yek hizira bêlîyaqatîyê li dor mirovî çêdike. Li dor vê yekê em xwendevanên beşa kurdî çend pirsan ji berpirsîyarên beşa Ziman û Edebîyata Kurdî dikin:
1- Wateyên heq û edalet û kedê çi ne?
2- Çima şerta lîsansê nîne, gelo kesê lîsans xwendî û nexwendî dibin yek, gelo neheqî çênabe?
3- Gelo wan kesan çima lîsans xwend, ma ferq û cudahîyek di navbera kesê lîsans xwendî û nexwendî de gerek nebe?
4- Kesên master qedandine, kesên doktorayê dixwînin an jî doktora qedandine nikarin serî lê bidin. Gelo van kesan salên xwe di ber avê de berdane?
5- Mirov xwendevan û mezûnên lîsansê, mezûnên masterê û xwendevan û mezûnên doktorayê piştguh bike, gelo ev bi serê xwe ne karê torpîl û hîle û bertîlê ye?
6- Kesekê 10 salên xwe dayîn xwendina beşa kurdî (lîsans, master, doktora) û kesekê pûana wî ya azmûna Yds’yê bilind û rabe ji beşekê bê û dest bi mastera kurdî bike. Gelo ev her du kes mafê wan heman e, her du bi heman şiklî akademîsyenîya kurdî heq dikin, gelo edaleta vê rewşê divê çi be?
7- Ji we re kesê jêhatî lazim e an jî kesê li gor dilê we?
Em wek Xwedenkarên Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî yên Zanîngeha Mardin Artukluyê ji rêvebir û berpirsên beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya zanîngeha Mardin Artukluyê daxwaz dikin:
1- Di nav şertên wergirtina lêkolînerî de teqez şerta xwendina lîsansa beşa kurdî hebe.
2- Li gel vê yekê divê şerta xwendina masterê hebe.
3- Rê li ber mezûnên masterê an jî xwendevan û mezûnên doktoraya kurdî û hwd neyê girtin.
4- Lîyakat bê esasgirtin û nîrê torpîlê xwe nede derê.
5- Têgehên heq û edalet û kedê ji alîyê berpirsîyaran ve baş bêne lêkolîn û zanîn.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir