Mezlûm Ebdî: Tirkîye sivîlan dike hedef, ev sûcên şerî ne

24/10/2024

Fermandarê Giştî tê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, daxuyanîyek da derbarê êrişên Tirkîyeyê da yên li ser herêma Rêveberîya Xweser.

Di van êrişan da kuştî û birîndar hene.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Mezlûm Ebdî li ser hesaba xwe Xê peyamek belav kirîye derbarê van êrişan da.

“Tirkiye bi awayekî bêserûber û bêbingeh herêmên me bombebaran dike, navendên xizmetguzarî û tenduristiyê û sivîlan dike hedef. Ev sûcên şer in. Me gelek caran amadebûna xwe ji bo dîyalogê anîbû ziman lê em tekez dikin ku hêzên me ji bo parastina gel û axa xwe amade ne”

Li Tirkîyeyê çi bûbû?

Li navçeya Kahramankaza Enqereyê li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) êrişek hat kirin. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişê 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya ewil a Yerlîkaya 2 kesên ku êriş encam daye jî hatine kuştin. Berpirs û rayedarên hikumetê amaje bi hindê dikin ku PKKyê ev êriş pêk anîye û hikumetê bi fermî neragihandîye lêbelê ji alîyê PKKyê bi xwe ve heta niha tu daxuyanî nehatine dayîn û tiştek nehatîye gotin ka ev gotin rast in an na. Bi hinceta van egeran Tirkîye êrişî rojava û Başûrê Kurdistanê dike.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Ömer Öcalan çûye seredana Abdullah Öcalan

Weşana paşê

Ocalanî ji Ocalanî re gotiye: “Ew hêz û qeweta min a teorîk û pratîk heye”