Hevpeyvîn: Rêzan Diljen
Dîwana helbestkar û rojnameger Mewlûd Oguz a bi navê Lîrîka Berbangê ji weşanxaneya Avestayê derket. Bi vê minasebetê em bi Oguz ra li ser helbest û poetîkaya wî axivîn…
Oguz, “Kurdî, zimanê min ê jiyanê, xebatê û hunerê ye. Min xwe spartiye kurmanciya gewr û çavkaniyên wê yên gewre.”
Ez gava berhema ewil a şairekî dixwînim heyecaneka cuda min zeft dike, her dixwazim wê nizilandinên wî yên ewil ên jiyan û çavdêrîyên wî ku bi rêya risteyan digihe me qenc û pak bixwînim wekî ku Rojen Barnas gotî, şi’r berhemek nazik e, mîna nukteyê ye ku tafilê neyê famkirin heba dibe. Bi vê mebestê min xwest em hem serencama lîrîka berbangê biaxivin hem jî bi Mewlûd Oguz ra civatekê bigerînin. Di serî da malavayîya wî dikim û dixwazim pêşî hevnasîna wî ya li Kurdî û helbestê bipirsim. Te di helbesta xwe ya lîrîka dawî da rasterast behsa Amîdayan, Huseyniyan, Kawayan, Lalan, Rênasan û helbesta wan a navdar kiriye, herwiha di helbesta rehma diya min da jî bi awayekî sembolîk ravekeka kawa Nemir (berbangeke zereşîn) û Mîr Celadet Bedirxan (pêjna lingên mêrxasan) emilandîye. Wer dixuyê tu di bin bandora gelek kesan da mayî û eşkere di risteyên xwe da jî diyar dikî. Tişta li min bû meraq ev e, karibî pêşî behsa hevnasîna xwe û zimanê xwe yê kuhî û kenarî ku te dabû ber meqesan (ji helbesta lîrîka berbangê), paşî jî behsa hevnasîna xwe û helbestê bikî?
Kekê Rêzan, gelek gelek spas ji bo ku te berhema min bi hûrgilî û bi dîqet xwend û bi rêya vê hevpeyvînê te derfet da ku ez ronkayiyê bidim ser çend xalan û nacîzane çend kelaman li ser poetîkaya xwe bikim.
Ez di malbateke welatparêz û kurdîaxêv de mezin bûm, lewre ez xwe bi şens dibînim. Tevî ku ev bîst sal in, bi malbatî li Stenbolê dijîm, di nava malbatê de û bi piraniya heval û hogiran re zimanê min ê axaftinê kurdî ye. Kurdî, zimanê min ê jiyanê, xebatê û hunerê ye. Rih û giyanê min, xewn û xeyalên min bi kurdî ne. Her wiha hemû karên ku heta niha min kirine; xwendevanî, mamostetî, rojnamegerî û wergêrî, hemû bi kurdî ne.
Hê di dibistana navîn û lîseyê de meraqa min li ser wêjeyê, nexasim jî li ser helbestê hebû. Di lîseyê de min dixwend û dinivîsî bêyî ku ji derekê re bişînim û çap bikim. Wekî gelek kesan li zanîngehê (2007-2012) min xwendinên konsantre û baş kirin û pê re jî min nivîsî û nivîs û helbestên min ên ewil wê demê di kovaran de derketin. Di navbera 2011 û 2018an de di kovaran de nivîsî û piştre ji dêvla helbestên xwe ji kovaran re bişînim, min hewil da ji berê zêdetir û baştir bixwînim. Min helbesta cîhanê û ya kurdî, helbesta klasîk û ya modern şopand; teorî û dîroka edebiyatê xwend. Heta ji min hat, çi kevn û çi nû, çi derdiket min hewil dida bişopînim û bixwînim. Dikarim bêjim ku ji sê beşan beşeke pirtûkxaneya min berhemên helbestê ne. Ji 2011an ve li ser bloga xwe ya şexsî, min li ser mijarên çandî, hunerî û edebî û jiyanê nivîsî. Wan xwendin û nivîsan kir ku ez bibim rojnameger, mamoste, wergêr û taliyê şa‘ir.
Em werin ser meseleya bandorê, wekî ku Mam Berken Bereh di nivîsa pişt bergî de jî aniye ziman, ew ne bandor e, lê silavdayîn û qedirşinasî ye; ew xwendin û serdana berhemên hosteyên beriya min e. Ji ber ku min nav û riste bi eşkere dane yan jî ew peyvên han îtalîk nivîsîne, ji bandorekê bêhtir hewildana avakirina metnên navdeqî (intertextuality) ne. Lewma silav û hurmetdayineke eşkere ye bo hosteyan, ne ku bandor. Dema dîwan bi dîqet û hûrgilî bê xwendin ev yek dê baştir were fêmkirin. Min xwe spartiya kurmanciya gewr û çavkaniyên wê yên gewre. Ez ne şaş bim Novalis digot, her huner xwe dispêre şi‘rê, şi‘r bi xwe jî. Helbest rihê zimên û zemên e. Hemû risteyên vê dîwanê ji dilê min nizilî ne, lê bi xebata salan hatine avakirin û bercestekirin.
Em hinekî li ser naveroka lîrîka berbangê biaxivin. Te, helbestên di vê kitêbê da cih girtine, di deh salan da (2010-2020) nivîsîne. Herçiqas ji alîyê mijaran ve belawelabûnek hebe jî -helbestên otobîyografîk, romantîk, lîrîk, bîranîn, muzîkal û haîkû- rîtmek, frekansek heye di helbestên te da. Helbest ji heman kanîyê herikînê heçku. Helbet behsa berhemeka tematîk nakim bes berhemên ewil bivê nevê meriv di tûrikê xwe da çi hebe diweşîne tevî kêm û zêdeya xwe. Belê rîtm û hevsengîyek heye di navbera helbestan da lêbelê wek mînak cihgirtina “lîrîka zarokatiyê (helbesteka zarokatîyê ku li mala kalik û pîrik derbas dibe), wê çi bimîne (helbesteka bi kafîye û redîf e) û haîkû (bi 17 kîteyan tê nivîsîn) di heman berhemê da ne rîskek e? Tevî vê rîska xwe jî ji alîyê ristesazî û teknîk ve hevgirtineka baş heye. Bo vê yekê dikarî çi bibêjî?
Dema ji bo helbestê fikrek yan ristek li min hasil dibe eceleyê nakim, li dû diçim; di dem û atmosferên cuda de dubare û sêbarê lê vedigerim. Bi deng dixwînim û ji hêla dengî û armoniyê ve guhertin pêwîst bin, wan guhertinan dikim. Piştî demên dirêj di ser re derbas dibin ger hê jî li ber çavê min pak û ronak bin, biryar didim wan biweşînim.
Ew helbesên te behsa wan kiriye helbestên min ên ewil ên deh-pazdeh sal berê ne ku encama lêgerîn û gelek ceribandin in. Min guh daye şîreta Borges a ji bo helbestkaran. Wî digot, pêşî bi qalibên klasîk destpê bikin û piştre qaliban danin aliyekî û bibin şoreşger. Yanî ji bo tu karibî di demên pêş de wan qaîdeyan hilweşînî divê tu wan baş zanibî. Ji bo tu karibî hemû wezin û forman dane aliyekî û bi forma serbest binivîsî divê tu yên klasîk baş zanibî. Lewma piştî ku min gelek formên helbestê yên wekî xezel, rubaî, çarîn, haîkû û wd. ceribandin, min bi pîvanên serbest nivîsîn û hinek ji wan di vê dîwanê de weşandin. Wekî ku te jî aniye ziman, ji aliyê ristesazî û teknîkê ve rîtim û hevsengiyek di navbera wan de heye. Axir, digel rîskê jî ez vê çendê wekî ceribandin, dewlemendî û pir rengiya helbestê dibînim.
Hin caran helbestên te tameka muzîkal didin, heçku stranbêjekî nivîsiye, wekî ku frekans û notayên wan hebin. Ev li alîyekî, te edîtorîya kovareka muzîkê -Ziryab- kir çendek berê, eleqeyeka te heye gel muzîkê. Te guhê xwe daye sewta dengbêjan jî, ritm û armonîya muzîkal û enstrumental jî. Çend kes hene di helbesta Kurmancî da ku bi muzîkê ra rasterast eleqedar in, Yeqîn h. yek ji wan e. Mînakeke din, Mem Araratê stranbêj jî îsal dîwaneka helbestê çap kir. Bi te danûstandineka çawa heye di navbera muzîk û helbestê da? Muzîk carinan wê sêhra helbestê berze nake gelo?
Gelek spas ji bo vê pirsê û nirxandina te. Ez nirxandina te ya di vî warî de wekî pesindanê dihesibînim.
Bi min ji Arîstoteles û Poetîkaya wî vir ve, yek jî hîmên bingehîn a helbestê aheng-rîtim (rythmos) e û armonî (harmonia) ye. Ya din hêma û metafor e. Helbestkar piranî bi rêya şibandinan diafirînin û zimanekî ji pexşanê cudatir bikar tînin. Modela wan û ya ku tevgerê dide zimên rîtim e. Rîtim wekî miqnatisekê ye; bi rêya rîtim, wezin dûbarekirina deng û tîpan (alîterasyonan) û lîstikên peyvan (metafor) rîtmeke nû pêk tînin.
Nivîsîna helbestan hinekî dişibe sêhr û efsûnê, helbestkar jî hinekî sêhrbaz in û berovajî feylesof û zanyaran hêza xwe ji xwe û ji zimanê xwe werdigirin. Tam ne sêhrbaz bin jî bi dariştinên bi tilsim hêz û hestên veşartî yên giyanî hişyar dikin. Mîna pirpizêkekê, ji hundirê hêmayekê yeke din dibişkivînin. Rîtim ta radeyekê liv û tevgerê dide bendewariyê, arezuyên nû hişyar dike, hestên nû li mirovî peyda dike. Giraniya rîtimê, helbestê ji cureyên (genre) din ên wêjeyê cudatir dike.
Helbest, yekûna derbirînan e ku li ser rîtimê û hêmayan hatiye avakirin, pergaleke vegotinê ya xweşik û spehî ye. Di nava rîtimê de ji xwe muzîk heye, di muzîkê de jî bêguman rîtim. Dikarim bêjim ku di navbera muzîkê û helbestê de danûstendineke xurt heye. Hetta em bêjin xwih û birayê hev in dê ne şaş be. Dibe ku muzîk carinan wê sêhra heyî berze bike lê helbesta bê muzîk ji xwe berze ye.
Dixwazim navê kitêbê jî bipirsim. Te navê kitêbê ji helbesteka xwe girtiye û te ew helbest jî danîye rûpela ewil. Bi min heke şairek navê kitêbê ji helbestekê bigire divê ew helbest gumbil be, lutke be. Te hem ew helbest danîye rûpela pêşî hem jî vê helbesta xwe berê di kovara Bar Helbestê da weşandibû. Ev yek dike ku heyecana xwîneran di vê rêgehê da kêm bike. Kawa Nemir edîtorîya kitêba te kir, wî di berhemên xwe yên wek selpakfiroş, salname û peyvên biçûk da navê kitêbên xwe ji helbestên qerase (hem ji alîyê kamilbûnê ve hem jî ji alîyê çawanîyê ve) wergirt û her tim ber bi dawîyê ve lutkeya hunera xwe dida nîşan. Gelo ji wî pêşniyazeka bi vî rengî hat? Herwiha te di sernavê gelek helbestan da peyva lîrîkê bi kar anîye, wek lîrîka dawî, lîrîka şevê û hwd. Helbet nayê wê wateyê ku kîjan peyv zêdetir bê emilandin dê ew bibe navê kitêbê lê xuya ye te hinekî jî xwestîye li derdora temayeka lîrîk bigerî û navê wê jî wisa deynî da ku nav ji heqê naverokê derkeve. Pêvajoya navlêdanîna berhemê çawa bû, dikarî hinekî behsê bikî?
Wekî tê zanîn di serdema Yûnana antîk de her cure nivîs wekî sê beşan dihatin senifandin: Epîk, lîrîk û dramatîk. Yanî helbest bi van hersê cureyan dihate nivîsîn. Ji ber ku mijara me û pirsa te li ser lîrîkê ye, berî ez behsa lîrîkê bikim tenê li ser her du cureyên din tenê vêya bêjim, bi demê re her du cure ji helbestê dûr ketine û zêdetir bûn alava vegotina pexşanê. Epîka ku serê pêşî wekî destan dihate nivîsîn piştre veguherî roman, çîrok û vebêjiyê. Cureya dramatîk jî veguherî tragedya û komedyayê.
Di berhemên epîk û dramatîk de kes, digel liv û tevgerên xwe, bîr û boçûnên xwe û têgihiştina wan a jiyanî dihatin pêşkêşkirin. Ya pêşî vêbejer e, ya duyem pêşander û candêr e. Leheng, karekter û kiryarên her duyan jî hene. Di lîrîkê de şayesandin û teyisîn du reftarên diyarker in. Tevî wê yekê tê de coş û peroş û vegotineke bikelecan heye. Heybera serekî ya zanîna hunerî, karektera kesê afirîner bi xwe ye. Berî her tiştî jî cîhana hundirîn têgihiştina rihî û giyanî û nêzîkatiyeke bicoş a derheqê jiyanê de ye. Helbesta lîrîk ji ya epîk û dramatîk cudatir hest û ramanên xwe tîne ziman. Herwiha min divê bêjim ku di serdema klasîk de cureya epîk ‘dema borî’, cureya dramatîk ‘niha’ li xwe digirt û lîrîkê, wekî dema îroyîn, duh, niha û siberoj li xwe digirt.
Bi nezera min, heçku helbesta lîrîk dikare temsîla hemû helbesta modern bike. Lewra em dikarin hem behsa lîrîka şexsî û hem ya civakî bikin. Dîrok û kevneşopiyeke netewî û gerdûnî ya helbesta lîrîk a civakî heye ku xwe digihîne lîrîkên karî yên serdama antîk. Di lîrîzmê de piranî aliyê nezerî (subjective) û newayî (melodic) ê helbestkarî heye. Lê ev alî ne tenê yên wî bi xwe ne, lê yên me hemûyan in. Wekî yê wî-xwe xuya bike jî hewil dide fikr û nêrîn û hestên civatekê, çînekê ango gelekî hetta tevahiya mirovahiyê jî bîne zimên. Îdiaya helbestkarên lîrîka modern hinekî jî ew e ku hem bibe ‘xwe’ û hem jî bibe ‘ya/yê dîtir’
Ji ber van sedemên min behs kirî, min hewil da li dora têgiha ‘lîrîk’ helbestan lêkim. Lîrîka Berbangê ku min navê wê li pirtûka xwe kir, bi wî navî û wî awayî di Kovara Barê de belav bûbû. Dema ku me dosye ji bo çapê amade dikir, navê çend helbestan nebû, me nav li wan kir û navê hinekan jî di dema amadekirinê de guherîn. Axirî, min navê ‘lîrikê…’ li çendekan kir û navê Lîrîka Berbangê xwe da der û me jî ew nav lê kir. Bêyî ku navê wê bêjim min ji çend hevalan pirsî, ka bila navê wê çi be, wan jî wekî min goti bila ‘Lîrîka Berbangê’ be. Edîtorê hêja Kawa Nemir jî ev nav pejirand û wiha min di vî navî de biryar da, jê ne poşman im, jê gelek razî me. Ji hêla başî û nebaşiyê ve, lutkeyê yan na, ew teqdîra xwendevanan e û demê ye.

Di vê dîwanê da 24 haîkû jî cih digirin. Van salên dawî gelek şairên me xwe li haîkûyan diceribînin, kesên wek Berken Bereh, Kawa nemir, Ergîn Sertem, Sidîq Gorîcan haîkûyên japonan kirin malê kurmancî. Tişteke din, te li gorî qayîdeyên haîkûyê (5-7-5) jî nenivîsîye. Te çima wek pîvanê haîkûyê nekir û haîkû çi li şairtîya te kêm û zêde kir?
Berî her tiştî divê ez bêjim ku ev haîku ne nû ne, yên neh deh sal berê ne. Ne şaş bim sal 2016 bû, wextê min hinek ji wan di kovara Nûbiharê belav kirin, di vî warî de tekane pirtûka haîkûyan Pandomima ustad Berken Bereh hebû. Loma jî min ew beş diyarî wî kir.
Rast e, haîkuyên bi pîvan 17 kite ne û ristsaziya wan wekî 5-7-5 e. Min ji dêvla yên bi qayde yên serbest tercîh kirin. Ji ber kurtbûn û sadebûna wan ku ew nîşaneya bêqisûriyê ye, gelek kes zen dikin ku ew jî dikarin bi hêsanî binivîsin. Kurtbûna haîkûyê ne şeklî ye, ew ne fikrekî kêm û kurt e, ew bûyer an jî sûretek e ku ji nişka ve forma xwe ya herî kurt û ronak û resen digire. Ez pêşniyar dikim ev haîkû ligel nivîsên Roland Barthes ên li ser haîkuyan bên xwendin. Wekî gelek forman haîkû jî yek ji wan forman e ku min xwestiye biceribînim. Haîkuyan tiştek ji min kêm nekiriye, zêde kiribe yan na, bila xwendevan biryarê bidin.
Tu helbestên xwe çawa dinivîsinî? Îlhamek tê û dinivîsînî an rê û rêbazeka te heye? Demsal, dem, tenêbûn û aktorên hwd. tesîreka çawa helbestnivîsandina te dikin?
Reşnivîsên ewil bi kaxiz û qelemê bin yan bi komputer û telefonê bin ferq nake, di nezera min de ya ku li cem min her berdewam e, nivîsîna min a bi istiqrar e. Baweriya min zêde bi îlhamê nayê lê yeqîn baweriya min bi kedê, bi xebatê û bi lêkirinê tê. Hestek, fikrek yan dîmenek dikare bibe sebeba destpêkirina nivîsînê; dilsozî, dilovanî, dilêrî û hezkirin carinan dikare bibe rêberek, lê bi demê re teqez ew reşnivîsa ewil diguhere û vediguhere tiştekî din. Bi min tiştên ku em binivîsin, piştî demekê divê em çap bikin lewra her carê em ê biguherînin û hemû kombînasyonên pêkan biceribînin û dibe ku ev yek zêde me bi pêş ve jî nebe, lewra kêm zêde ku helbest gihişt astekê êdî divê bi xwendevanan re bê parvekirin. Di demên cuda de, li deverên cur bi cûr dinivîsim, bi salên dirêj dewam dike ev proses, piştre dema dilê min dikeve cih, ji wan bijartinekê dikim. Min di vê berhemê de wiha kir. Di dema çapkirinê de gelek heval û hogiran xwend û pêşniyarên xwe gotin, min ji wan sûd wergirt. Ji vir, ji dil û can spasiya wan dikim.
Tu helbest û helbestkarî çawa penase dikî, bi raya te têkilîyeka çawa heye di navbera wan da?
Heta niha gelek kesan helbest û helbestkar pênase kirine lê gelek ji wan kêm mane û pênaseyeke rasteqîn û berfireh nehatiye kirin. Ez jî pênaseyeke kêm û noqsan li wan zêde nekim. Dema pirseke wiha ji Octavio Paz dikin ew dibêje pênasekirina helbestê gelek xeternak e, di rastiyê de helbest tuneye, helbestkar hene û xwestiye hebûna helbestê bi helbestkarî ve girê bide.
Helbest, hêz û hunereke bedew e. Îtiraz û serîhildaneke li hemberî niheqî û zilmê, lewma şoreşger e. Tecrubeyeke hizrî û giyanî ye. Daweteke ji bo war û biwarên dîtir. Sêhreke bi rîtim e, dia û ayîn e. Hunereke bilind a axaftin û derbirînê ye. Teqlîda (mîmesîs) hosteyên berê û kopyeya îdeayan, rastiyê herî rasteqîn e! Hêzeke cudaker û pêkhêner, di heman demê de hêzeke wêranker û hilweşîner e. Helbest, delîleke îlahî, nûwaze û afirîner a mirovî ye. Têkileyeke xwedayî di navbera helbestkar û helbestê de heye heçku.
Helbestek, kitêbek, kesek heye ku tu tim û daîm lê vedigerî, her dixwînî?
Gelek in. Hevalên ciwan bila dilê xwe negirin, çi berhemeke nû dertê, ez hewil didim bixwînim. Lê bi taybetî ev in yên ku tim li ber serê min in û dubare û sêbare dixwînim: Beşa ‘Weiz’ a Peymana Kevin, Cervantes, Dante Alighieri, Italo Calvino, Octavio Paz, Franz Kafka, R. M. Rilke, P. Neruda, E. Galeano, R. Barthes, T. S. Eliot, J. L. Borges, Melayê Cizîrî, Kawa Nemir û çendîn berhemên din ên klasik. Min divê xwendevanên vê hevpeyvînê zanibin ku di bersivdana van pirsan de hosteyên navborî rêya min xweş kirine û min ji wan û ji berhemên wan îstîfade kiriye. Eger xwedî poetîkayekê bim hinekî jî bi saya van ostadan û berhemên wan ên kanonîk e.
Te çima nivîsand? Derdekî te, kelameka te hebû, te xwest tiştekî bibêjî û bidî nîşan? An te tenê xwest dilê xwe rihet bikî?
Ez bawer im, bersiva vê pirsê kêm zêde di bersivên jor de min da lewma tenê ez vê lê zêde bikim. Em bi zimanekî wisa dinivîsin ku di tu astên dibistanê de em pê perwerde nebûne. Digel hinek pêşketinan hê jî gelek astengî û metirsî û carinan jî mixabin hin qedexe li ber hene. Lewma nivîsîna bi kurdî erkeke niştimanî û ji hezkirina welêt û zimanê bav û kalan tê.
Piştî xwendinên ber ser û bin, bi saya berhemên baş ta radeyekê zêhneke min a edebî û estetîk çêbû. Xwendina edebiyatê û şi’rê bi awayekî şenber dişibe lêkirina helbestê. Piştî demekê ji xwe xwendin te ber bi nivîsê ve dehf dide. Helbestkar hêma û helbestan diafirîne, helbest jî xwendevanan dike hêma ango dike helbest bixwe. Helbest hunereke berz û bilind e, yanî daxwaz û îdiaya wê ew e, piştî demekê tu bi xwe jî dibe mibtelayê wê bedewiyê. Hingî tu dixwazî bedewiyekê li wê bedewiya kolektîf zêde bikî. Bi nivîsîna helbestê, tu dixwazî bi deng û rengê xwe yê xweser û unîq her bimînî. Garantiya wê yekê tune elbet, lê qet nebe tu diceribînî û encamê ji dem û dewranan re dihêlî.
Hebe gotineka dawî?
Ji bo qedirzanî û nezaketê car din spasiya te dikim. Her hebî! Piştî ku berhemek çap dibe û belav dibe, ya xwendevanan e û ya girîng xwendin û nirxandinên wan e. Bi hêviya ku baş bê xwendin û nirxandin.
Mewlûd Oguz kî ye?
Helbestkar, rojnameger û wergerê sondxwarî yê kurdî ye. Ji Heskîfa Batmanê ye. Helbestên wî di Pêngav, Çirûsk, W, Nûbihar, Bar Helbest û kovarên din de hatine weşandin. Edîtoriya kovara muzîkê ya bi navê Ziryab kiriye. Her wiha wekî edîtor, peyamnêr, wergêr û berpirsiyarê ragihandin û medyayê kar kiriye. Ji 2022yan ve li zanîngeheke taybet li Stenbolê dersên kurdî dide. Ew endamê Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ), Komeleya Mafê Mirovan (İHD) û PENa Kurd e.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.