Kaptanê tîma milî ya Arjantînê Lionel Messi bi komek wêneyên xwe yê kupayî li ser Instgramê rekor şikand.

Ev posta Messi pirtir ji 71 mîlyon kesan eciband û bi vê hejmarê rekora ecibandina li ser Instagramê ket destê kaptanê Arjantînê.

Berî vê posta Messi, rekora ecibandinên li ser Instagramê di destê hêkekê de bû.

Di hesabekî de, ku di sala 2019an de hatiye vekirin, bi tenê wêneyekî hêkêkê heye ku hejmara ecibandina wê postê nêzî 60 mîlyon e.

Da em bikarin rojnamegerîya kurdî bikin û tu van naverokan bibînî piştgirîya me bike... There are 2,389 magazines in Turkey, only the BotanTimes Weekly e-magazine reports in Kurdish. We also translate some of our news stories into English. Support us to keep this journalism going!