Merheba Kurdish Lessons! Ez dixwazim bi yarê xwe yê kurd re bi Kurdîyê biaxivim

Merheba Kurdish Lessons! Ez dixwazim bi yarê xwe yê kurd re bi Kurdîyê biaxivim
Merheba Kurdish Lessons! Ez dixwazim bi yarê xwe yê kurd re bi Kurdîyê biaxivim
Murat Bayram
  • 7 Mart 2021 19:12

Gulsuma Demira zimannas bi serê xwe dest bi xebatên hînkirina kurdîyê kiriya niho bi dehan xwendekar û bi hezaran şopînerên wê hene.

Hin xwendekarên wê jê re nivîsîne ku ew ji bo bikarin bi yarên xwe yên kurd û malbata wan re biaxivin dixwazin hînî Kurdîyê bibin. Hin xwendekar ji Meksîkayê dersan teqîb dikin…

Me çîroka destpêkirinê ji Gulsimayê pirsî.

“Min li Moskovayê dersên Kurdî dan”

“Di sala 2017an de, min beşa zimannasiyê li Zankoya Stenbolê xelas kir. Wî çaxî min enstîtûya Kurdî jî xelas kiribû. Vêca min biryar da Kurdî bi Îngilîzî li ser Facebookê û Instagramê hîn bikim. Navê rûpela min wî çaxî “I am learning Kurdish” bû.

Paşê ez di eynî salê de, payîzî ez çûm Moskoyê. Min li wir dersên Kurdî didan. Û min dest bi dayîna dersên online ên Kurdî jî kir.

“Meteryalên ji bo Kurdîyê kêm in”

Bi vê tecrûbeya xwe hînkirinê min dît ku çiqas kêm materyalên bo Kurdî û Îngilîzî hene. Û min bixwe bixwe dest bi amadekariya materyalên Kurdî Îngîlîzî kir. Paşê min rûpeleke twitterê jî vekir û navê rûpelê kir “Kurdish (Kurmanji) Lessons”. Hesabekî Youtube jî vekir. Malpereke bi navê kurdihslessons.com  jî vekir.

Bi vekirina van hesaban, li ser twitterê ez di nav sê çar mehan de gihaştim 10K şopîneran.

Bi xêra van hesaban ez gihîştim bi hezarên kesên biyanî li welatên cuda ku têkiliya wan bi Kurdî an jî bi Kurdan re heye. Mesela xwendekareke min ji Îsraîlê ye, demeke dirêj e em Kurdî dixebitin û niha asta wê gelekî baş e, dixwaze li ser Edebiyat Kurdî ya Modern bixebite. Xwendekarekî min î din, rojnamegerekî Îtalyayî bû, ji bo BBCyê dixebitî. Wî Kurdiya xwe heta astekê anî û em sekinîn. Du heb xwendekarekên min ên din jin in, delalikên ber dilê wan Kurd in û dixwazin bo hezkirîyên Kurdî hîn bibin. Wekî din jî hin xwendekarên din hene.

Ew jî bo sebebên cûda dixwazin Kurdî hîn bibin.

“Zehmet e lê jê hez dikim”

Lê ji ber ku Kurdî qasê zimanên din ne xwedî materyal an jî aplîkasyonan e, ev tişt barê min girantir dike, ez bixwe her tiştî amade dikim. Ne standartbûn karê min zehmettir dike, mesela xwendekar bo peyveke diçe wîkîferhengê, vêca bi dehan varyasyon hene.

Ev kemasî û zehmetî li aliyekî ez ji vî karî pir hez dikim, hîn kirin, rave kirin, materyal amade kirin û bi kesên cûda re hevalî danîn gelek xweşa min diçe. Ji bo pêşerojê ez dixwazim “Kurdish Lessons” bikim şîrketekî gelekî mezin û dersên Kurdî bidim. Dixwazim di vî şîrketî de gelek mamosteyên Zimanê Kurdî bixebitin, hem pere qizinc bikin, hem jî hînî hînkirinê bibin. Niha hevalekî gelek jêhatî bo Kurdish Lessonsê dest bi mamosteyê dike. Ev ê bo wî jî bibe tecrûbeyeke gelekî baş.

“Xeyaleka min heye!”

Û paşê, dixwazim Enstîtuyekê vekim li Kurdistanê, û ji bo biyaniyan workshopên zimanên Kurdî amade bikim.

Ji bo van planên xwe jî ez dikim mala xwe bar bikim Kurdistanê û li wir xebatên xwe bikim.

Hevpeyvîn: Murat Bayram