Wergêr, zimanzan û nivîskar Mustafa Aydoğan duhî li Mêrdînê, li Sareban Cafeyê bû mêvanê koma xwendinê ya Mêrdînê.
Aydoğan pirsên beşdaran yên li ser Xemnameyê bersivandin.
Herwiha ew li ser naverok û rêzimana Xemnameyê axivî û pirsên beşdaran yên wê derbarê da jî bersivandin.
Wî behsa tecrûbeya xwe ya wergêrê jî kir.
Aydoğanî çend helbest ji dîwana Metîn Aydinî xwendin bo haziran.