Mêran di meha Sibatê de tundkarî herî hindik li 43 jinan kirine. Mêran, herî hindik 2 zarokên keç û kur îstismar kirine û 3 zarok jî kuştine.
Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Sibatê de bi kêmanî 37 jin û 3 zarok kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Sibatê de ji bo mirinên 13 jinan gotine “mirinên bigûman”.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 43 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li du zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî sê jin tacîz kirine.
Mêran di meha Sibatê de tecawiz bi kêmanî li jinekê kiriye, 34 jin neçarî karkeriya sekse kirin. Mêran bi kêmanî gefa kuştinê li 21 jinan xwarin.
Kuştin
Mêran di meha Sibatê de bi kêmanî 37 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 11 bû.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Mêran her weha bi kêmanî ji mêrên li ba jinan bûn jê sê kuştin.
Mêran digel biryara parastinê, herî kêm şeş jin kuştin. Du mêr ji gîrtîgehê bi destûr derketin û jin kuştin.
Ji bo berdewamîya nûçeya bianetê bitikîne.