Mêran di meha Kanûna Paşiyê de 31 jin kuştine

Mêran di meha Kanûna Paşiyê de 31 jin kuştine
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de 31 jin kuştine
Botan Times

Mêran di meha Kanûna Paşiyê de tundkarî herî hindik li 72 jinan kirine. Mêran, zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 11 zarokan kirine, herî hindik 7 jin tacîz kirine.

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Paşiya 2023an de herî kêm 31 jin kuştine. Her weha mêran di vê mehê de herî kêm 4 zarok kuştine.

Di meha Kanûna Paşiyê de mirina bi kêmanî 28 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn.

Mêran tundkarî li 72 jinan kirine, îstîsmar bi kêmanî li 11 zarokên keç û kur kirine, tacîz bi kêmanî li 7 jinan kiriye. Çapemeniyê di vê mehê de bûyerên tecawizê nenivîsandiye. Ev nayê wê wateyê ku di vê mehê de tecawiz nehatiye kirin.