Mêran di meha Cotmehê de 22 jin kuştine

Mêran di meha Cotmehê de 22 jin kuştine
Mêran di meha Cotmehê de 22 jin kuştine
Vahdet Uçar
  • 4 Kasım 2021 10:49

Li gor rapora Bianetê, mêran di meha Cotmehê de tundkarî herî hindik li 53 jinan kirine, herî hindik 2 zarok kuştine. Zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 49 zarokan kirine, herî hindik 280 jin tacîz kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 79 jinan dane kirin.

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Pêşiyê ya 2021an de herî kêm 22 jin kuştine û tecawiz li 9 jinan kiriye.

Di meha Cotmehê ya 2021an de medyayê mirina herî hindik 13 jinan (Edirne (1), Zonguldak (1), Samsun (1), Êlih (1), Zongûldak (1), Aydin (1), Kayserî (2), Stenbol (3), Êzirgan (1), Isparta (1) wekî “biguman” nivîsandiye.

Li Edeneyê jinekê mêrê xwe yê ku bi awayekî sistematik ew derp dikir, kuştiye û mafê xwe yê parastina rewa bikaraniye.

Mêran li Mereş û Enqereyê “gefa kuştinê” li jinekê xweriye.

Li Stenbolê mirine jinekê çapemeniyê weke “kuştina faîlê wê nehatiye diyarkirin” nivîsandiye.

Hatiye îddiakirin ku li Îdirê mêr bûne sedem ku jinekê xwe bikûje.

2020-2021

Mêran di deh mehên destpêkê yên sala 2020an de hêrî kêm 229 jin kuştine, 122 jin tacîz kirine, îstismar li 226 zarokan kirine, tecawizî 79 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 715 jinan dane kirin, tundkarî herî hindik li 670 jinan kirine.

Mêran di deh mehên destpêkê yên sala 2021an de 256 jin kuştine, 396 jin tacîz kirine, îstismar li 160 zarokan kirine, tecawiz 87 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 586 jinan dane kirin û tundkarî herî hindik li 670 jinan kirine. Di deh mehên destpêkê yên sala 2021an de çapemeniyê kuştina 183 jinan weke “bi guman” nivîsandiye. Mêran di van deh mehên salê de herî kêm 27 zarok kuştine.

Kuştin

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Pêşiyê ya 2021an de herî kêm 22 jin kuştine. Di heman meha sala borî de ev hejmar 23 bû. Ji jinên ku mêran kuştinê yek jê trans bûye û yek jî welatiyê Kirgizistanê bûye.

Jinên ku di meha Îlonê de hatine kuştin

Ayat A., Ayşe Taşma, Demet K., Fatime Gül, Fatma S., Gonul Y., Gulsum Er, Hadika Ç., Hasret Tutal, Hulya Şimşek, Meltem G., Nazlı Koldagul, Nefes Balkan* Nuriye U., Semra Y., Sena Altan, Servet T., Sevil Ş., Seyhan Gozer, Şebnem Şirin Ulker İ., Yadigar Adıguzel.

*transa ku hatibû kuştin

Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine

Enqere (1), Antalya (1), Dîlok (1), Denîzlî (1), Giresun (1), Stenbol (2), Îzmîr (3), Kilis (1), Kocaelî (2), Konya (3), Mêrsîn (1), Osmaniye (1), Tekirdag (3), Riha (1).

Çapemeniyê “hinceta” kuştina 10 jinan ya mêran nenivîsandiye. Mêran 6 jin ji ber ku xwestine“cihê bibe” kuştine.

Mêran jinekê ji ber ku “ketiye nav şerên zarokên xwe”, jinekê ji ber ku “pir axiviye” jinekê ji ber ku “nexwestiye bibe heskirî” û jinekê jî ji ber ku “ji mêrê xwe re dijminatî kiriye” kuştiye.

Mêr, destgirtî û mêrê berê 15 jin kuştine. Jinekê cîranê wê, jinekê hevalê mêrê wê, jinekê xizmê wê, jinekê kurê wê, jinekê jî hevalê wê ew kuştiye. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin bê ka mêrê ku du jin kuştiye nas e an ne nas e.

Mêran 12 jin li nava malan, 9 jin jî li cihên weke salona dawetê, park, market, kuçe û kolanan kuştine.

Mêran 12 jin bi çekên gulexwar û 6 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Her weha mêran jinekê ji balkonê avitiye û kuştiye. Mêran serê jinekê bi keviran pelixandiye û ew kuştiye. Mêran du jin bi derpkirin û lêdanê kuştine.

Pêvajoya hiqûqî

Herî kêm 23 faîlên mer hebûne ku jin kuştine. Bitenê 14 mêr hatine girtin.

2 faîl hatine desteserkirin. 6 faîlan xwekuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya  faîlek nenivîsandiye.

Kuştina zarokan

Di Çiriya Pêşiya 2021an de mêran herî hindik du zarok kuştine. Di heman meha sala par de ev hijmar çar bû.

Zarokekî bavê wê , zarokekî jî apê wê ew kuştiye.

Navê zarokên ku mêran ew kuştine

Elif Hazal Y., Erdem S.

Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine

Dîlok(1) Yalova (1)

Pêvajoya hiqûqî

Du faîl hebûne ku zarok kuştine. Yek jê hatine girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek jî weke “hatiye desteserkirin” nivîsandiye.

Êrişa Zayendî / Tecawiz

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Pêşiyê ya 2021an de herî kêm tecawiz li 9 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hejmar 7 bû.

Jinekê gardiyana, jinekê zavayê wê û jinekê jî zabitayan tecawiz lê kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka du mêrên ku tecawiz li şeş jinan kiriye nas e an ne nas e.

 Mêran tecawiz li nava malan li jinekê, li girtîgehê li jinekê û li qadên derve yên weke daristan, otobus û kargehan  li 6 jinan kirine.

Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye

Antalya (1), Eskişehir (1), İzmir (1),, Kocaeli (5), Manisa (1).

Pêvajoya hiqûqî

6 mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine.

Tenê faîlek hatiye girtin. Derbarê faîlek de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Faîlek hatiye desteserkirin. Derbarê faîlek de tu lêpirsînek nehatiye kirin. Faîlek jî piştî îfade daye serbest bûye.

Tacîz

Mêran di meha Cotmehê de herî kêm tacîz li 280 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 7 bû. ji tacîzan herî kêm 270 di medya civakî de pêk hatine.

276 jinan 6 mêrên ku ew tacîz kirine nasnedikirin. Lîstikvan 2 jin, doktor jinekê û karmendê nexweşxaneyê jî jinekê tacîz kiriye.

Mêran bi devkî tacîz li 270 jinan û bi laşî tacîz li 10 jinan kirine.

Mêran li kolan, nexweşxane, metro ango li cih û qadên derve tacîz li 10 jinan kirine. 270 jin jî di medya civakî de tacîz kirine.

Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye

Adana (9), Dîlok (1), Stenbol (263), Kocaelî (2), Meletî(3), Ordû (1), Riha (1).

Pêvajoya hiqûqî

10 failên mêr hebûn ku jin taciz kirine. Tenê faîlek hatiye girtin. Derbarê faîlek de tu lêpirsînek nehatiye destpêkirin. Faîlek piştî îfadeya xwe daye serbest bûye. 3 faîl hatine desteserkirin. Derbarê sê faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye.

Îstîsmarkirina zarokan

Mêran di meha Çiriya Pêşiyê ya 2021an de herî hindik îstîsmar li 49 zarokên keç û kur kiriye. Par heman mehê ev hejmar 25 bû.

Dersdarên etudê an jî dersdaran îstîsmar li 19, dersdarên tekvandoyê îstîsmar li 8 zarokan, bixaltî/kurapî îstîsmar li zarokekî/î, kaptanek îstîsmar li zarokekî/ê, xebatkarekî dibistanekî îstîsmar li zarokekî/ê, xwediyê kar îstîsmar li zarokekî/ê kiriye.

Çapemeniyê nenivîsiye bê ka zarokên îstîsmar li wan bûye û 7 mêrên îstîsmarkar hev nas dikin an na. Çawişekî pispor du zarok îstîsmar kirine.

Mêran di zarok li nava malê, 47 zarok jî kargeh, tekne, dibistan, kolan û cihên weke wan îstîsmar kirine.

Bajarên ku mêran li wir zarok lê îstîsmar kirine

Antalya (3), Antalya (1), Aydin (1), Bîlecîk (1), Amed (23), Stenbol (9), Manîsa (1), Mêrsîn (1), Mûgla (1), Nevşehîr (1), Tekîrdag (1), Wan (3).

Pêvajoya hiqûqî

18 faîl hebûn zarok îstîsmar kirine. Şeş faîl hatine girtin. Pênc faîl hatine desteserkirin. Du faîl serbest bûne. Karûbarên qanûnî ji bo çar faîlan kirine. faîlek ji “kar hatiye dûrxistin”.

Tundkarî/Birîndarkirin

Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de tundkarî herî hindik li 53 jinan kiriye. Par heman mehê ev hejmar 80 bû.

8 jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Mêran “biryarên parastinê” yên ji bo jinan hatine dayîn, binpê kirine û herî hindik tundkarî li pênc jinan kirine.

Mêran îşkenceya sîstematîk herî hindik li sê jinan kiriye.

Bajarên ku mêr tundkarî li wir li jinan kirine

Edene (1), Semsûr (1), Antalya (1), Dîlok (1), Aydin (1), Bûrsa (3), Denîzlî (2), Amed (1), Edîrne (21), Eskîşehîr (1), Hatay (1), Stenbol (8), Îzmîr (2), Kayserî (1), Kirklarelî (1), Kocaelî (1), Samsûn (3).

Hevjîn, destgirtî û evîndarê herî hindik 45 jinan, tundkarî li wan kiriye. Hevalên du jinan, bavê jinekê, birayê jinekê, ew birîndar kiriye.

Çapemeniyê behsa wî tiştî nekiriye ku bê ka mêrên tundkarî kirine û 4 jinên tundkarî li wan bûye, hevdu nas dikin an na.

Mêran ji ber ku “xwestiye cihê bibe”, “nexwestiye li hev were” tundkarî li 9 jinan kirine. Mêran ji ber “pisîka wî kuştiye”, “ji xwe hişyar kiriye” tundkarî li jinekê, ji ber  “hesûdiyê” tûndkarî li 6 winan jinan kirine.

Çapemeniyê “hinceta” tûndkarîya mêran ya li 37 jinan kirine, nenivîsandiye.

Mêran derb li 40 jinan xistine û ew birîndar kirine. Hewl dane bi wesayîtê di ser du jinan re derbas bibin û ew birîndar kirine. Bi keviran serê jinekê pelixandine, sê jin bi amûrên birrek, heft jin jî bi çekên gulexwar birîndar kirine.

Mêran li nava malan tundkarî li 28 jinan, li nava wesayitê, li kargeh, otobus, daristan ango li qadên civakî tundkarî li 20 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tundkarî li 5 jinan kirine.

Pêvajoya hiqûqî

54 faîl hebûn ku tundkarî li jinan kirine. Bi tenê 4 ji wan hatine girtin. 12 faîl desteser bûne. Karûbarên qanûnî ji bo 22 faîlan pêk anîne.

Çapeminiyê ji bo faîlekî gotiye “lê digerin”, ji bo yekî jî gotiye “baz daye”. Du faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 12 mêrên faîl nenivîsiye.

Karkeriya seksê ya mecbûrî

Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de herî kêm bi 79 jinan karkeriya seksê ya mecbûrî daye kirin. Par di heman demê de ev hejmar 49 bû. 62 jinên ku karkeriya seksê ya mecbûrî li wan hatiye kirin, ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Di nav jinên ku karkeriya sekse ya mecbûrî li wan hatiye ferz kirin de zarok jî hebûne.

Pêvajoya hiqûqî

71 fail hebûne ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan dane kirine. 67 ji wan hatine desteserkirin. Bi tenê çar faîl hatine girtin.

Werger: Bianet- Ferid Demirel, Abdülselam yıldırım