Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin

Nıvîskar:
8 months berê

Mêran di meha Kanûna Paşiyê de tundkarî herî hindik li 39 jinan kirine. Mêran, zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 5 zarokan kirine û 5 zarok jî kuştine.

Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Kanûna Paşiyê de bi kêmanî 28 jin û 5 zarok kuştin. 

Saziyên çapemeniyê di meha Kanûna Paşiyê de ji bo mirinên 25 jinan û 3 zarokan gotine “mirinên bigûman”.

Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatin

Afyon (1), Amasya (1), Ankara (1), Antalya (3),  Aydın (1), Duzce (5), Stenbol (3), İzmir (1), Karabuk (1), Kocaeli (1), Mêrdîn (1), Mûgla (2), Sêrt (1), Sinop (1), Sêwas (1), Riha (2), Uşak (2).

Mêran tundkarî bi kêmanî li 39 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li pênc zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî du jin tacîz kirine. Mêran di meha Kanûna Paşiyê de tecawiz bi kêmanî li jinekê kiriye.

Mêran di Kanûna Paşiyê ya 2024yan de, 39 jin neçarî karkeriya sekse kirin. Mêran bi kêmanî gefa kuştinê li heft jinan xwarin.

Saziyên çapemeniyê ji bo mirinên du jinan ên li Amed û Mêrdînê, gotiye “kuştinên failên wan nehatine diyarkirin”.

Ji bo berdewamîya nûçeya bianetê bitikîne.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Îsraîl beşa çaremîn a leşkerî dişîne Libnanê, Hizbullah dibêje hêza wan ‘baş e’

Artêşa Îsraîlê beşa xwe ya çaremîn şandiye Libnanê, piştî şeva dî ya

Vîdeo: Rojîn Kabaîşa 21 salî  hêj winda ye – VOA, BBC

Ji 27ê Îlonê vir ve tu agahî ji Rojin Kabaiş, xwendekara Zanîngeha

“Heta niho li Filistînê 226 karmendên Neteweyên Yekbûyî hatine kuştin”

Philippe Lazzarini, serokê Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya Alîkarî û Karên Penaberan ên