Mêran di Îlonê de 33 jin kuştin

07/10/2024

Mêran di meha Îlonê de tundkarî herî hindik li 45 jinan kirine. Mêran, herî hindik 14 zarokên keç û kur îstismar kirine û zarokek jî kuştine.

Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Îlonê de bi kêmanî 33 jin û zarokek kuştin. Ji jinên ku mêran kuştine jê yek trans bû.

Saziyên çapemeniyê di meha Îlonê de ji bo mirinên 21 jinan gotine “mirinên bigûman”.

Mêran tundkarî bi kêmanî li 45 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 14 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 8 jin tacîz kirine, tecawiz bi kêmanî li sê jinan kirine. Her weha mêran di meha Îlonê de 61 jin neçarî karkeriya sekse kirin.

Mêran di neh mehên destpêkê yên salê de 278 jin kuştin.

Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatin

Dîlok (2), Aydın (1), Balıkesir (1), Êlih (1), Çanakkale (1), Çorum (1), Erzîrom (1), Eskişehir (2), Stenbol (3), İzmir (1), Kayseri (1), Mêrdîn (1), Niğde (1), Osmaniye (1), Samsun (1), Wan (2).

Ji bo berdewamiya nûçeyê bitikîne.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Mêran di Cotmehê de 49 jin kuştin

Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên

Ji ber nûçeyên li ser Jîna Emînîyê du rojnameger dê dîsa biçin hefsê

Niloofar Hamedi û Elaheh Mohammadi dê piştî 5 rojan vegerin girtîgehê. Berê

Baroya Wanê derbarê Rojîn Kabaîşê da daxuyanîyek da

Baroya Wanê, piştî dîtina termê Rojîn Kabaîşê, daxuyanîyek da. Baroya Wanê dîyar