Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Mêran di Cotmehê de 49 jin kuştin

07/11/2024

Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Cotmehê de bi kêmanî 49 jin û 8 zarok kuştin.

Saziyên çapemeniyê di meha Cotmehê de ji bo mirinên 29 jinan gotine “mirinên bigûman”.

Mêran tundkarî bi kêmanî li 79 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 58 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 40 jin tacîz kirine, tecawiz bi kêmanî li du jinan kirine. Her weha mêran di meha Cotmehê de 49 jin neçarî karkeriya sekse kirin.

Mêran di deh mehên destpêkê yên salê de 327 jin kuştin.

Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatin

Enqere (2), Antalya (1), Aydin (4), Bilecik (1), Bursa (1), Çanakkale (1), Amed (2), Eskişehir (1), Stenbol (6), Kirikkale (1), Kocaeli (1), Mereş (2), Ordu (1), Samsun (1), Tekirdag (1), Riha (1), Wan (1), Zonguldak (1).

Tundkariya mêran a di salên 2024, 2023, 2022 û 2021ê de

Di deh mehên destpêkê yên sala 2024an de mêran, 327 jin kuştine, tacîz li 100 jinan kiriye, 175 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 521 jinan kiriye, tecawiz li 13 jinan kiriye. Bi kêmanî 376 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 240 jinan gotiye, “bigûman e”. Mêran bi kêmanî 39 zarok kuştine.

Di deh mehên destpêkê yên sala 2023an de mêran, 268 jin kuştine, tacîz li 347 jinan kiriye, 110 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 647 jinan kiriye, tecawiz li 15 jinan kiriye. Bi kêmanî 334 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 215 jinan gotiye, “bigûman e”. Mêran bi kêmanî 19 zarok kuştine.

Di deh mehên destpêkê yên sala 2022an de mêran, 280 jin kuştine, tacîz li 131 jinan kiriye, 205 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 675 jinan kiriye, tecawiz li 25 jinan kiriye. Bi kêmanî 386 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 159 jinan gotiye, “bigûman e”. Mêran bi kêmanî 36 zarok kuştine.

Di deh mehên destpêkê yên sala 2021an de mêran, 256 jin kuştine, tacîz li 396 jinan kiriye, 160 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 670 jinan kiriye, tecawiz li 87 jinan kiriye. Bi kêmanî 586 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 183 jinan gotiye, “bigûman e”. Mêran bi kêmanî 27 zarok kuştine.

Ji bo berdewamîya raporê bitikîne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Platforma Jinan a 25ê Mijdarê: Li dijî tundkariya mêran li Tunela Taksîmê bin

Platformê hemû jin û her kesên ku dixwazin piştgiriyê bidin vexwend çalakiyê

Îran – Çalakvana xwe tazî kiribû, serbest berdane

Li Tehranê xwendekareka Zanîngeha Azad a Îslamî li dijî ferza çarşefê û

Ji ber nûçeyên li ser Jîna Emînîyê du rojnameger dê dîsa biçin hefsê

Niloofar Hamedi û Elaheh Mohammadi dê piştî 5 rojan vegerin girtîgehê. Berê