Meral Akşener: Em ji maseyê şeşane cida bûn

03/03/2023

Wêne: Wikipedia

Seroka IYI Partîyê Meral Akşenerê îro diyar kir ku partiya wê ji maseyê şeşane cida bûye.

Wê ji bo namzetîya serokkomariya Tirkiyeyê xwestiye navê serokê şaredariya Stenbolê an jî serokê şaredariya Enqereyê bê diyarkirin. Her pênc partiyên dî xwestiye serokê Partiya Komarî ya Gelî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bibe namzet.

Akşenerê ev yek wek guhnedana daxwaza gelî bi nav kir. Wê bangî herdu şaredaran (Ekrem Îmamoglu û Mansur Yavaş) kir ku ew guh bidin gelê xwe.

Maseyê şeşane ji şeş partiyên mixalif pêk dihat. IYI Partî ji meznayê ve partiya duyem a maseyî bû. Tê çaverêkirin ku pênç partiyên li ser maseyî mayîn roja Duşemê piştgiriya xwe ji bo Kiliçdaroglu diyar bikin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

“Erdhêjê nekuşt dibêjin bila çem bikuje”

Weşana paşê

Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 04.03.2023