Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Mêr zêdetir bi kurdî diaxivin an jin?

23/07/2024

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê bi milyonan kurd dijîn û bi zimanê kurdî (kurmancî, zazakî) diaxivin. Dema mirov li statuya zimanê kurdî ya li Tirkîyeyê dinêre mirov dibîne ku ziman di bin polîtîkayên asîmîlasyon û bişaftinê da ye. Herçiqas bi awayekî fermî çi astengî li ber zimanê kurdî nebin jî tê dîtin ku bi awayekî keyfî gelek caran çand, ziman, çalakî û bernameyên kurdî têne astengkirin û qedexekirin.

Ji ber ku rewşa kurdî bi vî rengî ye, li nav xelkê jî her ku diçe axaftina kurdî kêmtir dibe.

Pal û pişteka fermî ji bo zimanê kurdî nîne. Bi tenê li çend zanîngehan beşa kurdî heye û li çend enstîtuyan xebatên akademîk yên ziman û çanda kurdî têne kirin. Zêdetir, barê xebat û lêxwedîderketina zimanê kurdî li ser milê çend sazîyên sivîl û kesan maye.

Pêşkêşkarê Waar Tvyê Gernas Nenas, li kolanên Amedê, ligel xelkê axivî û pirs kir ka gelo jin zêdetir bi kurdî diaxivin an mêr?

Ew mêrên ku bersiva Gernasî dane, ji wan ti kesî negot jin zêdetir bi kurdî diaxivin lêbelê ji jinan çend kes hebûn ku gotine mêr zêdetir diaxivin. Beşdaran zêdetir got mêr zêdetir bi kurdî diaxivin.

Di bermameya Gernasî da, Dîrektorê Navenda Xebatên Kurdî (KSC) Reha Ruhavioğlu derbarê mijara navborî da zanyarîyên xwe anîne ziman. Beşek ji axaftina wî wiha ye:

Li Bakûr û Tirkîyeyê, ji deh kesan 3 kes kurdî baş dizanin. Her ku mirov ber bi Tirkîyeyê ve diçe axaftin û zanîna kurdî kêmtir dibe. Her ku nifşên me ciwantir dibin axaftina kurdî kêmtir dibe. Axaftina kurdî li cem jinan du-sê pûanan kêmtir e ji ya mêran. Asîmîlasyona li ser jin û mêran tê kirin ji hev cuda ye û vê jî bandor li ser wan kirîye.

Helbet gelek parametre û sebebên cuda hene ka kî çima bi zimanê zikmakî diaxive an naaxive.

Li gorî lêkolîna qadî ya Kurdish Barometreyê li Tirkîyeyê, daxwaz û xwestekên kurdan pircure ne. Lê daxwaza herî hevpar ziman e. Ji sedî heştêyî zêdetir kurd dixwazin zimanê kurdî di nav sîstema perwerdeyê de cih bigire. Piranîya wan jî dibêjin bila perwerde bi du zimanan, bi kurdî û tirkî be.

Reha Ruhavioğlu di nivîseka xwe da sê tespîtan li ser rewşa zimanê kurdî dike û wiha dibêje: Yek, ziman bi lezûbez lawaz dibe. Du, xwesteka kurdan a herî hevpar û pêştir ziman e ku dixwazin statûyeke zimanê wan hebe û xusûsen di pergala perwerdeyê de cih bigire. Sê, di nav pergala perwerdeyê de dersên kurdî yên bijarte hene û li gor ehemîyeta xwe eleqeyê nabîne.

Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk di navbera 27ê Cotmehê û 3yê Mijdara 2023yan da lêkolîneka qadî kir. Lêkolîn li ser Bikaranîna Zimanê Zikmakî û Xwestek û Meylên li ser Zimanê Zikmakî ye. Ev lêkolîn li Bakûrê Kurdistanê hatîye kirin.

Li gorî daneyên lêkolînê ji %86ê beşdaran perwerdeya bi zimanê zikmakî dixwaze”

Rewşa zimanê kurdî li sazîyên taybet yên wekî kolej, dersxane û hwd jî, ji ya fermî cudatir, baştir û paktir nîne. Li temamê Amedê dersxane an jî kolejek nîne ku dersa kurdî bide.

Dersa zimanê kurdî di bin banê MEBê da, ji sala 2012-2013yan heta niha bo polên 5-6-7-8an tê dayîn. Herçiqas bi awayekî fermî tayînên mamosteyan têne kirin jî hejmareka gelek kêm (2-3) kes tayîn dibin ku li gorî rêjeyê û pêdivîyan kêm e.

Li Amedê çendîn kolej û dersxaneyên taybet yên zimanan hene ku li çi cihan dersa kurdî nayê dayîn (Li gorî agahî û zanyarîyên berdest). Herçiqas bi awayekî fermî di Rêziknameya Sazîyên Perwerdeya Taybet ya MEBê da astengîyek li ber dayîna dersa kurdî nebe jî kurdî ji ber sebebên cuda yên wekî sîyasî, bazar, taleb û ekonomîk, li kolej û dersxaneyan ji alîyê rêveberîya wan ve nayê tercîhkirin.

Yek ji xwedîyên dersxaneyeka taybet Resul Geyîk ku girêdayî MEBê ye, derbarê nebûna dersa kurdî li kolej û dersxaneyan wiha destnîşan dike:

Bi awayekî giştî dema mirov li rewşê dinêre dewlet belkî naxwaze, bi awayekî formal dersa kurdî bê dayîn.

Geyik wisa dibîne ku xelk dibêje kurdî pere nake, jixwe kurdî li nava malê tê axaftin, dê çi karekî profesyonel bi kurdî pêk neyê û dê di siberoja xwe da bi kar neyîne. Li ser vê gotinê Geyik nimûneya derketina ji welatî nîşan dide ku xelk ji bo ku ji cihekî koçî cihekî din bike ziman yek ji amûrên sereke ye ji bo pêkanîna wê çendê.

Bi Ingilîzî bixwîne

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Jidayikbûye li Colemêrgê. Sala 2020an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî mezûn bûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê