Mem Araratî strana xwe ya nû weşandîye

Mem Araratî strana xwe ya nû bi navê “Li hêviya baranê” derxistîye. Klîba stranê li ser youtubeê hatîye weşandin. Wî di danasîna stranê da wiha nivîsiye: Dil dixwest em her tim kêfxweşiya xwe parve bikin lê mixabin li vê dunyaya gewrik têra xwe xem û kul jî henin gelî dost û hevalan.Bî hêvî me stranên […]

Mem Araratî strana xwe ya nû weşandîye
Mem Araratî strana xwe ya nû weşandîye
Botan Times
  • 30 Mart 2023 09:13

Mem Araratî strana xwe ya nû bi navê “Li hêviya baranê” derxistîye.

Klîba stranê li ser youtubeê hatîye weşandin. Wî di danasîna stranê da wiha nivîsiye:

Dil dixwest em her tim kêfxweşiya xwe parve bikin lê mixabin li vê dunyaya gewrik têra xwe xem û kul jî henin gelî dost û hevalan.Bî hêvî me stranên me bibe sedema kêfxweşiya we hemûyan.Lewma kêfxweşiya we dibe sedema bextewariya me.

Stranbêj Araratî ev gotina stranê ji bo xatirê zarokatiyê xwe nivîsîye.

Ev stran bermahiya sala 2010 an e gelî hevalan.Min ji bo xatirê zarokatiyê nivîsî. Di zarotiya me de, dema payîza paşîn baranên ewilî dibariya em zarok derdiketin ser kaşkaşokê li binya malan û me wisa digot ji dilopên baranê yên ewilî re : “Baranê Bibar çivîkan genimê te xwar,sêwîkan nankê te xwar” Dibe kû ji ber vê be ,kengî baran bibare hîn jî zarok im. Herweha spasî bo hemû rêhevalên min, ^İlkan,Nîhad,Serkan,Huseyîn ,Roza,Robîn û Sozdar.

Mem Ararat