Mem Ararat dê li Amedê konserekê bide

Hunermend Mem Ararat dê 18 cotmehê li Amedê bi hezkiriyên xwe re bê gel hev.

Konser dê li Salona Sporê ya Sergirtî ya Seyrantepeyê bê lidarxistin.

Bihayên bilêtên konsera Araratî jî hatiye eşkerekirin.

Li gor agahîyên ku di malpera PASSOyê da cih digre, bihayê bilêtên konsera Araratî, wek 360 lîreyên tirkan hatiye diyarkirin.

Bi vê lînkê hûn dikarin bileta konserê bi dest bixin.