Li Meletîyê ji bo ku derûnnas perwerdeyê bibînin atolye têne amadekirin.
Bi piştgirîya Eyaleta NRWê ya Almanyayê û bi hevkarîya Enstituya Lêkolînên Tendirustîyê ya Navçandî ya Baden-Wuerttembergê, Zanîngeha Eyaleta Baden-Wuerttemberg ya Almanyayê, kovara derûnnasîyê Psychology Kurdî û Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî ya Şaxa Dîyarbekirê, li Meletîyê dê perwerdehîyên girîng bên dayîn.
Ev perwerdehî ji bo pisporên qada tendirustîya derûnî hatine amadekirin û dê di navbera 02.12.2024 û 06.12.2024an de pêk werin. Armanca van perwerdehîyan ew e ku pisporên qada tendirustîya derûnî di rewşên wekî erdhej û karesatên din de bi awayekî profesyonel alîkarîya mirovan bikin.
Li ser navê ekîba koordînasyonê derûnnas Sîyabend Aslan dîyar kir ku piştî erdhejên 6 û 7ê Sibata 2023an, bajar ne tenê ji alîyê fizîkî lêbelê ji alîyê derûnî ve jî hilweşîyan. Sîyabend Aslan got, “Piştî wan erdhejan bandorên derûnî îro xwe bêhtir didin der. Ev rewş bi lêkolînên zanistî hatîye piştraskirin ku piştî van erdhejan gelek kes hê jî di bin bandora trawmaya erdhejê de ne.”
Perwerdehî li Meletîyê bo 25 kesên pispor tê amadekirin ku ev kes derûnnas, psîkîyatrîst, şêwirmendên derûnî, pisporên xizmeta civakî û pisporên geşedana zarokan in. Hemû perwerdehî dê rû bi rû, bêpere û bi zimanê tirkî bin.
Mijarên sereke yên perwerdehîyê ev in:
– Alîkarîya pêşîn a Derûnî di Rewşên Erdhej û Karesatan de (Psikîyatrîst û Psîkoterapîst Azad Günderci
– Trawma û Nexweşîya Stresê ya Piştî Trawmayê (Prof. Dr. Okan Taycan- Psikîyatrîst û Psîkoterapîst )
– Rola Xizmeta Civakî di Rewşên Erdhej û Karesatên Din de (Dr. Endamê Hîndekariyê Adem Kiliç – Pisporê Xizmeta Civakî )
– Nêzîkahîtêdanên Derbarê Tendirustîya Derûnî ya Zarok û Kamilan (Doç. Dr. Damla Eyüboğlu – Psîkîyatrîsta Zarok û Kamilan)
– EMDR: Serederîkirina bi Trawmayê re (Prof. Dr. Burhanettin Kaya – Psikîyatrîst û Psîkoterapîst )
– Psîkodrama wekî Metodeke Tedawîyê (Prof. Dr. Arşaluys Kayir – Psîkolog & Psîkodramatîst)
Pisporên tendirustîya derûnî bo ku tevlî van perwerdehîyan bibin dikarin heta 20ê Kanûna Pêşîn a 2024an saet 17:00an serî li vê lînkê bidin:
Tê zanîn ku Meletî bajarê sêyan û yê dawî ye ku ev perwerdehî dê bê lidarxistin. Berîya vê, li Semsûrê di Gulana 2024an de û li Hatayê di Îlona 2024an de heman perwerdehî hatibûn dayîn.