Mektûba Guhdar Î. berî ew bigirî

10/10/2024

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar Î. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me.

Merheba,

Ez Guhdar Î. Li bajarokekî biçûk î çar hêlên wê bi çîyayan girtî bi dê û bavê xwe re, bi xwişkeka xwe re dimînim. Wer bi vî awayî gotin rind e, xweş e, lê çend caran min qirar da ku ez vir terk bikim, ema nebû.

A rast ez çûm jî, lê min karekî daîmî nedî, min dîsa paşîya stûyê xwe kola û ez vegerîyam bajarokê xwe. Meseleyên pûl û pereyan, derdên ekonomîk tengezarîyê çêdikin, desttengî nahêle ku tu serbest hereket bikî.

Foto: Guhdar Î.

Niha li vî bajarokî, elbet ez naxwazim navê wî eşkere bikim, li lîseyekê mamostetîyê dikim. Bi Tirkî dibêjin ‘’ücretli öğretmenlik’’, bi zimanê ku miletê me fehm dike, mielimîya bêkadro yanî. Nakevim dersên branşa xwe bi gotineka din. Ez dibêjim ku ez him xwe him jî zarokan dixapînim bi vê mamostetîya xwe. Ji kesî re nabêjim, ji xwe re dibêjim.

Ez û mala me, ser vekirina serê min, me çend caran şer kir. Min dixwest serê xwe vekim û min hêdî hêdî vedikir jî lê devê xelkê nayê girtin, digotin ‘’lêhêê qîza xwe şandin xwendinê, serbest hiştin, wê jî xwe serqot kir” ku van gotinan hêrsa mala me radikir. Bi wê hêrsa rabûyî rabûn li min xistin. Min nikaribû pir li ber xwe bidim ku êdî wekî ku herim Îranê şalekê girêdidim û bi wî şeklî diçim mektebê, diçim mamostetîyê.

Li odeya mamosteyan ti meseleya ku ser tê xeberdan bala min nakişîne. Şala min li serê min, naxwazim ez jî bala ti kesî bikişînim, lê mamosteyê min î li vî bajarokî salên lîseyê diket dersa me ya felsefeyê ez nas kirim û ez eşkere kirim. ‘‘Eşkere kirim’’ tam îfade nake halê min, bêjim ‘‘ez îfşa kirim’’ rasttir e belkî. 

Jiber wî felsefecîyî niha mamoste giş dizanin ku meyla min li ser Kurdî heye. Li vir, li vî bajarokê jehrokî û janlêketî kî bizane ez Kurdî dixwînim û dinivîsim dixwaze bi min re bi wê Kurdîyê xeber bide ku jê re dibêjin ‘’Kurdîya Akademîk’’ Gava min dibînin hemû kelîmeyên ji sosyal medyayê ji hesabên sîyasî bihîstine rêz dikin: ‘‘Têkoşîn’’, ‘‘tolhildan’’, ‘‘berxwedan’’, ‘‘serhildan’’ û çendekên din.

Ecêb e, sirf jiber xwendin û nivîsîna min a bi Kurdî mamosteyekî ji mekteba me çav berda min. Çend royên berê dema em ji mektebê derdiketin go ‘’Karê te tune be em tev herin merkezê’’ Ji nêrînên wî yên melûl min ferq kiribû ku tiştek heye, lê min got ez hinekî ji vî bajarokê ku ez jê nefret dikim dûr bikevim, min got ‘’Temam, em herin’’ û ez li erebeya wî siwar bûm.

Qey berê şixulîye mamosteyê dilketî, di rê de bi Tirkî ji mezinîya zimanê Kurdî ketê, go, go, go û di reîs û rêberên Kurdan û tarîxa qedîm re derket. Guhê min qet ne li ser gotinên wî bû. Min rê sêr dikir, bi tenê min didî ku ez ji bajarokê nalet hinekî din dûr dikevim.

Dilketî gava ferq kir ku gotinên wî li guhên min nakevin, kenîya û go ‘’Ez te aciz dikim?’’, min go ‘’Estaxfurullah’’, go ‘’Tu çima îro pir sar î?’’, min go ‘’Mektebê ez westandime’’, lê ya rast min di dilê xwe de digo ‘’Ma ez Kurdîmetre me yaw, bes, bes, bes!’’

Di rê de gunehê min bi min hat: Mêrek li mala me, li gor bavê min, ez bi xwendin û nivîsîna bi Kurdî bûbûm Kurdçî û min xwestibû ez xwe serqot bikim; mêrek li mektebê, li gor mamosteyê dil dabû min, ez Kurdîmetre bûm û min Kurdbûna wî dipîva bi çavên xwe, bi şala li serê xwe.

Foto: Guhdar Î.

Kesî nedipirsî, lê li gor min, ez jina di halê xwe de, min tenê dixwest ez ji malê serê min vekirî herim mektebê. Tek ku serê min vekirî herim mektebê û dûre bikevim mezelê, li erdê sor, li wî gundê jor.

Guhdar Î.

Guhdarên delal em hatin dawîya mektûba Guhdar Î. Hûn jî dikarin not, nivîs û mektûbên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînin. Perxudres Podcast her Pêncşem di saet 5:50 pm de bi xelekeka nû bi we re ye, vê gavê bi xatirê we.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

NOTÊN HEFTEYÊ: Xwedî dernekevin!

I. Jibîrkirin Jibîrkirin nîmeteke mezin e. Bînin bîra xwe, her tiştê ku

DESTHILATDARIYA TEQWÎMÊ- II

*Ev nivîs, dewama nivîsa “Desthilatdariya Teqwîmê” ye Dîrok, her çiqas sal û