Mektûba Guhdar D. û Taktîk û Toksîk

04/01/2025

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcat e. Ez Omer Faruk Baran, ji vê podcastê mektûbeka Guhdar D. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me.

Merheba! Ez Guhdar D., ew bû deh sal in doktorîyê dikim û nêzî du salan in hema bêje li onkolojîyê dixebitim. Jibo doktorîya min, salên min yên borî tiştekî din in û salên min yên li onkolojîyê tiştekî din.

Ser salên li onkolojîyê bêjim: Berî her tiştî, gava nexweş dikevin polîklînîkê, jiber nexweşîya nav-nexweş elbet, ez dixwazim dilên wan aş bikim.

Jiber ku dema ez zarok bûm bavê min ez bi Kurmancî, bi kilaman aş dikirim, zimanê min jî, yê aşkirinê Kurmancî ye.

Foto: Guhdar D.

Ku ez xaltîyên dolbendsipî, xaloyên bi şal û şapik, jinên di orta zivistanê de bi gore û şimik, yan jî xortên nola qirixên Diyarbekir dimeşin û ji min re nabêjin ‘’doktor xanim’’ lê dibêjin ‘’ablaam’’ dibînim, bi Kurmancîya min û ya wan xeber didim.

A rast, nexweş gava zimanê xwe dibihîsin, di destpêkê de aş nabin, şok dibin. Tedawîya kanserê li dera han, li bajarê mezin, li xestexaneya mest î mezin doktoreka ojelî û bi Kurmancî meseleyeka din çêdike: Dilên me bi hevdu re nerm dibin.

Nexweş li hêlekê, doktor li hêlekê gerek sînorek hebe. Lê sînor, li polîklînîkê jiber zimanê min û wan nexweşan radibe, wenda dibe û taktîka min ya ser aşkirin û başkirinê hêdî hêdî toksîk dibe.

Di şert û mercên klasîk de nexweşek di deh deqeyan de dide û distîne, lê nexweş gava Kurmancîya min û wan dibihîsin, dest bi sohbeteka din dikin:

Ez ji ku me dipirsin û ser cîh û warê min bi hezaran meseleyan dibêjin û dixwazin em bi zorê bibin nas û eqrebayên hevdu. Pirseka din, pirseka din, pirseka din, pirseka din ser heyata min ya şexsî tiştên pir xusûsî jî dipirsin pir caran. Heta numareya telefona min jî dixwazin û naxwazin ji hinda min biçin.

Ferq dikim ku taktîka min, toksîk toksîk min diwestîne. Lê ez çi bikim, ez, nexweşên min, zimanê me, dîsa em in, em xwe li hevdu digirin û dibin mûmeka mezin, dişewitin xwe bi xwe, dişewitin bi hev re, û dişewitin.

Guhdar D.

Hûn jî dikarin not, nivîs, mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînin.

Jibo eseran adres: [email protected]


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Te ev dîtıne?

Cîran

Fîlmê Mano Xelîl [1] ê metrajdirêj Neighbours [2] (2021), di Şeşemîn Festîvala

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman