Mehmet Metiner: Tirkîye welatê me ye

Mehmet Metiner: Tirkîye welatê me ye
Mehmet Metiner: Tirkîye welatê me ye
Botan Times

Sîyasetvan Mehmet Metiner îro Sêşemê li rojnameya Yeni Şafakê ser Kurdên li Cumhurîyeta Tirkîyê nivîsîye.

Metiner di nivîsa xwe de dibêje ‘’Tirkîye welatê me ye’’ û dîyar dike ku her çiqas nijad, ziman û mezheb cuda bin jî komên li welêt tev Tirkîye ne.

‘’Tirk jî em in, Kurd jî, Ereb jî em in. Li ser van axan çi kesê dijî em in’’ Metiner dibêje.

Ew ser zimanan jî dibêje çawa ku welatîyên li Tirkîyê, Tirkî dielimin divê wisa Kurdî û Erebî jî bielimin.

Sîyasetvan Metiner bi rêzê heta niha li Refah Partisi, Fazilet Partisi, Partîya Demokratîk ya Gel (HADEP) û Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) kar kiriye.

Foto: Wikipedia

Botan Times sitesinden daha fazla şey keşfedin

Okumaya devam etmek ve tüm arşive erişim kazanmak için hemen abone olun.

Okumaya devam et