Nivîskar, zimanzan û lêkolîner Mehmet Emin Bozarslan li bajarê Uppsalayê yê Swêdê emrê Xwedê kiriye. Bozarslan 45 sal bûn ku li sirgûnê dijîya. Wî di 90 salîya xwe de koça dawîyê kiriye. Bi daxwaza wî, merasîma veşartinê di nav malbatê de pêk hatiye.
Mamosteyê Botan Internationalê Mahmut Bozarslan, rojnameger Felat Bozarslan û pispora projeyên civakî Derya Bozarslan birazîyên wî ne akademîsyen Hamit Bozarslan jî kurê wî ye.
Berpirsê Botan Internationalê Murat Bayram li ser navê me got:
Em sersaxiyê ji malbata Bozarslanî re dixwazin. M. Emîn Bozarslan mamê mamosteyê me Mahmut Bozarslan, heval û hevkarên me Derya Bozarslan û Felat Bozarslan bû û di heman demê de rûsipîyekê civata kurdî bû. Em di şîna wefata wî de ne.
Jîyaneka bi xebat û sirgûnê
Bozarslan di sala 1934an de li navçeya Licê ya Diyarbekirê ji dayik bûye. Wî perwerdeya medreseyê ditiye û paşê bûye muftî. Lê ji ber xebatên li ser nasname û zimanê kurdî, dewletê ew du caran ji karê muftîtîyê avêtiye. Paşê Bozarslan di sala 1979an de derketîye derveyî welatî û li Swêdê bi cih bûye.
Mîratê wî yê wêjeyî
Wî zêdetirî 50 pirtûkan li paş xwe hiştine. Berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn wergerandiye tirkî. Her weha kovarên Jîn û Kurdistanê ji tîpên erebî veguhastine tîpên latînî. Di nav xebatên wî de ferhenga kurdî-tirkî, pirtûkên çîrokên zarokan û lêkolînên civakî hene.
Taziya wî dê di 11ê Sibatê de li bajarê Uppsalayê pêk bê herweha şîna rehmetî li Amedê li Mala Şînê ya Odabaşi Bal hatiye danîn.
Çavkanî: Rûdaw, Botan Times
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.