Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Mehmet Çalişçi Xelata Arjen Arî Standiye

16/05/2025

Xelata 12. Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî ya ku ji aliyê malbata helbestvan û Weşanên Sor ve hatiye organîzekirin, duh hatiye eşkerekirin. Dosyeya Mehmet Çalışci ya bi navê “Ne Şîn e, Belkî Hinek Gewr” xelata helbestê wergirtiye.

Çalışci ji Farqînê ye

Mehmet Çalışci ku ji Farqînê ye û niho li Wanê mamostetiyê dike, berê jî di çendîn kovaran de helbest û çîrok nivîsîne. Dosyeya wî ji aliyê jurîyan ve di çarçoveya naverok, şêwaz û ziman de hatiye nirxandin.

Xelata rûmetê ji bo Kardeş Türküler

Xelata rûmetê ya bi navê Arjen Arî jî ji bo koma Kardeş Türküler hatiye dayîn. Koma ku ji sala 1993ê ve çalakiyên xwe berdewam dike, ji ber tevkariya wan a ji bo zimanê zikmakî û bi taybetî Kurdî û zêdekirina hêviya aşitî û biratiya gelan bi rêya muzîkê, hêjayî vê xelatê hatiye dîtin.

Xelat dê payîzê li Diyarbekirê di merasîmeka taybet de pêşkêşî xelatgiran bên kirin.

Botan Times
16/05/2025

Çavkanî: Weşanên Sor, Malbata Arjen Arî, Botan Times

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan