Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Mehmet Atlı di 30 salîya muzîka xwe da, dê li 9 bajaran konsertan bide

07/05/2024

Hunermend û muzîkjen Mehmet Atlı bi boneya 30 salîya muzîka xwe dê li 10 bajaran konsertan bide.

Atlı li ser hesaba xwe ya Instagramê da zanîn ku ew dê li 10 bajaran konsertan bide û dê li pêşberî hezkirî û guhdarên xwe be.

Herî dawî, Mehmet Atlıyî 6 helbestên Arjen Arîyî kiribûn stran û di albûmên cuda da weşandibûn ku wî her 6 stran careka din, berîya çar mehan jinûve gotin û di bin navê Min Dil Daye da kom kirin û bi pêşgotina Kemal Varolî weşandin.

Konsert li ku ne û kengî ne?

Tetwan, 7ê Gulanê li Salona Sergîyê ya Şaredarîyê, saet 19:30an.

Mêrdîn, 10ê Gulanê li Otêla Yay Grandê, saet 20:00an.

Urfa, 12yê Gulanê li Urfa City AVMyê, saet 20:00an.

Amed, 18yê gulanê li Wyndham Gardenê (ji bo dermanfiroşan), saet 20:00an.

Batman, 21ê Gulanê li Navenda Çandê ya Batmanê, 20:00an.

Bîngol, 22yê Gulanê Navenda Çandê ya Şaredarîyê, 20:00an.

Amed, 28ê Gulanê li Sezai Karakoçê, 20:00an.

Dêrsim, 29ê Gulanê li Navenda Çandê ya Dêrsimê, 20:00an.

Varto, 30 Gulanê li Navenda Çandê ya Vartoyê, 20:00an.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Mesûd Barzanî: Hêvîdar im di wextekê nêzîk de birêz dikim Abdullah Ocalan azad bibe

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê ji bo şahiya Newrozê ya bajarê diyarbekirê

Foto Galerî – Newroza 2025ê, Amed

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat

Kok û Giringiya Newrozê

Newroz ji bo hemû gelên Îranî ayîneke çandî ye ku nîşaneya hatina