Mehkemeyê doza kuştina Cemal Kaşikçi dewrî Erebîstana Siûdî kiriye

Doza kuştina rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi li Tirkîyeyê hatiye rawestandin. Li ser nêrîna erênî ya Wezareta Edaletê dosya şandin Erebîstana Siûdî. Di sala 2018an de rojnamegerê Siûdîyî Cemal Kaşikçi li konsulxaneya Erebîstana Siûdî ya li Stenbolê hate kuştin û doza wî li Stenbolê dihate dîtin. Di doza 31ê Adarê li 11emîn Dadgeha Cezayê Giran a […]

Mehkemeyê doza kuştina Cemal Kaşikçi dewrî Erebîstana Siûdî kiriye
Mehkemeyê doza kuştina Cemal Kaşikçi dewrî Erebîstana Siûdî kiriye
Botan Times
  • 7 Nisan 2022 08:46

Doza kuştina rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi li Tirkîyeyê hatiye rawestandin. Li ser nêrîna erênî ya Wezareta Edaletê dosya şandin Erebîstana Siûdî.

Di sala 2018an de rojnamegerê Siûdîyî Cemal Kaşikçi li konsulxaneya Erebîstana Siûdî ya li Stenbolê hate kuştin û doza wî li Stenbolê dihate dîtin. Di doza 31ê Adarê li 11emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatî dîtin de dozger daxwaz kiribû ku doz bê rawestandin û radestî rayederên Erebîstana Siûdî bê kirin.

Heyeta dadgehê li ser daxwaza dozgerî biryar dabû ku ji Wezareta Edaletê nêrîneka nivîskî bixwaze.

Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdagî li ser vê daxwazê gotibû ku ew dê ji bo ku dosya ji Erebîstana Siûdî re bê şandin li 11emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê raya erênî bidin.

Ji ber ku bersûc welatîyên biyanî ne, di rûniştina dawî ya li Stenbolê de dozger xwestiye ku ev daxwaz bê qebûlkirin lewra di vê rewşê de biryara girtinê nayê bicihanîn û îfadeya wan nayê girtin.

Çi qewimîbû?
Di sala 2017an de rojnameger Cemal Kaşikçî, ku dijberê rêveberiya Siûdî bû û li DYAyê bi cih bûbû, li Konsolosxaneya Erebîstana Siûdî ya Stenbolê hatibû kuştin.

Karbidestên Erebistana Siûdî gotibûn ku ekîba wan ji bo razîkirina Kaşikçî vegere welêt şandine “bi serê xwe” tevgerîyane û Kaşikçî kurştine. Wan fermaneka wiha nestandiye.

Lê Agnès Callamard, ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo lêkolînê li ser mijarê hatibû wezîfedarkirin, gihîştibû wê encamê ku Kaşikçîî “mexdûrê kuştina plankirî ye.”