Mehkemeyê derbarê doza Komkujîya Sêwasê da biryara demborînê da


Navenda Nûçeyan
Mehkemeyê derbarê doza Komkujîya Sêwasê da biryara komkujîyê da û doz hate betalkirin.
2yê Temmûza 1993yan, li Otela Madımakê 33 nivîskar, hunermend û mutefikir hatin şewitandin.
Di ser vê komkujîyê ra tam 30 sal derbas bûn û di vê proseyê da bi sedan kesa hatin mehkemekirin.
Li gorî nûçeya Yıldız Tar ya Artı Gerçekê, di danişîna îro ya doza Sêwasê da desteya mehkemeyê biryara demborînê da û doz hate betalkirin.
Temsîlkarên rêxistinên Elewîyan bertek û nerazîbûnên xwe derbarê vê biryarê da nîşan dan û li ber derîyê edlîyeyê ev biryar protesto kirin.
Em vê mehkemeyê bo roja mehşerê nahêlin
Serokê giştî yê Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal Cuma Erçe derbarê biryara mehekemeyê da nerazîbûna xwe nîşan da û got: “Piştî vê saetê em dê sefên xwe zelaltir bikin. Em ê biryarê bidin ka em ê li dijî kê şerî bikin û em ê li gel kê aş bibin. Em vê mehkemeyê bo roja mehşerê nahêlin.”