Mehkemeyê 10 sal ceza bi şertê qontrola ‘edlî li Mûsa Orhanî birî

Rûniştina dawî ya rûniştina doza Serbaz Musa Orhan ê ku ji ber êrîşa zayendî ya li dijî Îpek Er a 18 salî tê sûcdarkirin li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hat dîtin. Di doza ku cara şeşemîn e tê dîtin de 10 sal cezayê hefsê bi şerta qontrola ‘edlî li Mûsa Orhan hat birîn. […]

Mehkemeyê 10 sal ceza bi şertê qontrola ‘edlî li  Mûsa Orhanî birî
Mehkemeyê 10 sal ceza bi şertê qontrola ‘edlî li  Mûsa Orhanî birî
Vahdet Uçar
  • 3 Aralık 2021 13:54

Rûniştina dawî ya rûniştina doza Serbaz Musa Orhan ê ku ji ber êrîşa zayendî ya li dijî Îpek Er a 18 salî tê sûcdarkirin li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hat dîtin.

Di doza ku cara şeşemîn e tê dîtin de 10 sal cezayê hefsê bi şerta qontrola ‘edlî li Mûsa Orhan hat birîn. Orhanê ku piştre şertê qontrola edlî lê hatî dayîn dê neyê girtin, dê neçe girtîgehê.

Li gor nûçeya Hatice Kamerê ya di BBCyê de; Di biryara danê nîvro de heyeta dadgehê biryar daye ku ji ber berdewamkirina hemû danişînên heta îro delîlên şênber ên ku bersûc ji ber bireve tune ye.

Di biryarê de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Ji ber ku ew ê bi tedbîra kontrola edlî karibe armanca xwe ya çaverêkirî pêk bîne, berdewamkirina qedexeya derketina derve ya di xala 109/3-a ya CMKya bi hejmara 5721an de ku berê hatibû sepandin û 1 û 5ê her mehê her roj di 1 û 5ê mehê de biçe qereqola herî nêz a ku li gorî xala 3-b ya heman madeyê, biryar hat girtin ku dê di 15ê îlonê de bi îmzekirina tedbîra kontrola edlî were girtin. Ger tedbîra kontrola edlî pêk neyne dê dîsa bê girtin.”

Îpek Er a ji Êlihê nameyeka ku behsa destdirêjiya zayendî ya lê hatibû kirin nivîsîbû û xwestibû xwe bikuje.
Piştî ku mehekê di beşa lênihêrîna giran de mabû, sala par di 18ê Tebaxê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê jiyana xwe ji dest dabû.

Mûsa Orhan ê di 18ê Tebaxê de der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn, di heman rojê de teslîm bûbû, piştî sewqa wî ya dadgehê hatibû kirin û piştî hefteyekê li ser îtîraza parêzerê xwe serbest hatibû berdan.

Musa Orhan bi rêya SEBGÎS’ê beşdarî danişînê bû.

Di doza ku îro hat dîtin de wekîlên HDPyê û parêzerên malbata Er diyar kirin ku li salona edliyeyê sînyalên telefonan qut kirine.