Medyaya Navneteweyî: Îran, Xeze, Erdhêja Taylandê

28/03/2025

Îran dê bi rêya nerasterast bi Amerîkayê re biaxive – The New York Times

Îranê roja Pêncşemê ragihandiye ku wan bersiva nameya Serok Trump daye. Trumpî daxwaza gotûbêjan li ser bernameya nukleerî kiribû. Tehranê ne gotûbêj red kirine ne jî hevdîtinên rû bi rû pejirandine.

Xerazî: Derîyê gotûbêjên nerasterast vekirî ye

Kamal Xerazî, şêwirmendê sereke yê siyaseta derve ya Rêberê Bilind ê Îranê, dîyar kiriye ku Komara Îslamî amade ye gotûbêjên nerasterast bi Dewletên Yekbûyî re dest pê bike. Her du welatan ji dema Şoreşa Îslamî ya 1979ê û pê ve pêwendîyên dîplomatîk ên fermî tune ne, lê wan carinan li ser mijarên wek bernameya nukleerî bi hev re kar kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Abbas Araqçî, daxuyandiye ku siyaseta wan ew e ku dema zexta herî mezin û gefa êrîşên leşkerî hebe, ew rasterast gotûbêj nakin. Lê wî got ku gotûbêjên nerasterast dikarin pêk bên ji xwe berê jî çêbûne.

Çavkanî:

  • The New York Times
  • IRNA
  • Fox News

— 

Xeza bûye qada herî xeternak ji bo rojnamevanan – The Guardian

Ji sala 2023ê ve 170 rojnamevan li Xezayê mirine. Li gor hinek çavkanîyan ev hejmar 206 kes in. Ev şer ji bo karkerên medyayê di dîroka nêz de bûye yê herî mirovkuj.

Êrîşên li ser rojnamevanan zêde bûne

Êrîşên li ser rojnamevanan li cîhanê zêde bûne. Ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê gelek rojnamevan tên kuştin. Thaslima Begumê di raporeka xwe de çîrokên van rojnamevanan anîne ziman.

Vê hefteyê, Hossam Şebat, rojnamevanê 23 salî, li Xezayê hate kuştin. Piştî ku Îsraîlê ew bi terorîzmê tawanbar kir, ew ji mirinê ditirsîya. 

Wî berê ev peyam nivîsîbû: “Ez 18 mehên dawîyê ji bo gelê xwe xebitîm. Min êşên bakurê Xezayê deqe bi deqe belge kirin. Min xwest rastîya ku dixwazin veşêrin, nîşanî cîhanê bikim. Min xwe xiste xeterê, da ku rastîyê nîşan bidim, û niho, ez bêhna xwe divekim.”

Rewşa rojnamevanan çawa ye?

Hind Xûdarî, rojnamevana Filistînî ku ji Xezayê rapor dike, dibêje: “Her roj bi tirsê tijîn. Em ne tenê êşa gelê xwe dibînin, em bi xwe jî dibin armanc. Navê me dikevin lîsteyên armancê û em nizanin kengê em ê bibin qurban.”

Astengên rojnamevanan çi ne?

Rojnamevanên li Xezayê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Tunebûna elektrîkê, kêmbûna xwarinê, û nebûna înternetê karê wan zor dike. Zêdebarî van, tirsa êrîşan jî heye.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas dibêje ku sala 2024ê ji bo rojnamevanan sala herî xeternak bû. Li gor wan, 320 rojnamevan li cîhanê di girtîgehê de ne û 25 ji wan ji ber karê xwe hatine kuştin.

Çavkanî:

  • The Guardian
  • Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor
  • Neteweyên Yekbûyî

—-

Erdhejên mezin li Taylan û Myanmarê: Avahîyek li Bangkokê hilweşîya – France 24

Erdhejeka 7.7 pîleyî û paşlerzeka 6.4 pîleyî îro li Taylan û Myanmarê rû dane. Avahîyeka bilind li Bangkokê hilweşîyaye. 3 kes li Bangkokê û 3 kes li Myanmarê mirine.

Myanmarê rewşa awarte ragihand

Hikûmeta leşkerî ya Myanmarê li şeş herêman rewşa awarte îlan kiriye û daxwaza alîkarîya navneteweyî kiriye. Serokê leşkerî Min Aung Hlaing li nexweşxaneyeka Naypyidawê ye ku lê birîndar hene.

Li bajarê Taungnoo, mizgeft hilweşîya û sê kes mirin. Şahidekê got: “Dema me nimêj dikir, erdhejê dest pê kir… Sê kes di cih de mirin.”

90 kes li Bangkokê binerd mane

Li Bangkokê, avahîyeka 30 qatî hilweşîyaye. Wezîrê Bergirîyê yê Taylandê dibêje ku 90 kes winda ne û sê kes mirine. Heta niho heft kes hatine rizgarkirin.

Waliyê Bangkokê ferman daye ku navendeka alîkariya erdhejê bê avakirin. Polîs ji bo xelkê ji avahîyên ne ewle derbêxin hatine şandin. Bangkokê wek qada karesatê hatiye îlankirin.

Gihandina alîkarîyê zor e

Xaça Sor dibêje ku xetên elektrîkê yên ketî, gihandina herêmên Mandalay, Sagaing û Shanê zor dikin. Xaça Sor got

“Erdhejê zirareka mezin daye, lê agahîyên li ser hewcedarîyan hê tên komkirin,”.

Borsaya Taylandê hemû danûstandin rawestandine.

Li gor Sazîya Jeolojîk a Amerîkayê, erdhejê kûrahîyeka 10 kîlometrî hebû û navenda wê li Myanmarê bû.

Çavkanî:

  • France 24
  • Reuters
  • AFP

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Recep Îçen: Şanoya kurdî ji jêrzemînan ber bi şaneşînan ve diçe

Weşana paşê

Barış Masasında Kadın Eksikliği: Kalıcı Çözüm Mümkün mü?