France 24: Di protestoyên Kurdan de şidetê rû da

  • 24/12/2022
France 24: Di protestoyên Kurdan de şidetê rû da
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

24/12/2022

Ajansên navneteweyî yên wek AFP û Reutersê radigihînin ku li Parîsê di protestoyên Kurdan de şidetê rû daye.

France 24ê jî ji protestoyên Kurdan bal kişand ser şidet û zordestîyê.

Li gor France 24ê, Kurdên li Parîsê li Meydana Le Republic bi awayekî aştîyane dest bi protestoyên dijî êrîşa çekdarî kirine, lê di demeke kin de girjî gur bûye û Kurd û polîs pev çûne.

11 kes hatine girtin

Şefê Polîsê Parîsê Laurent Nunez ji BFM TVyê re dîyar kir ku di protestoyê de ji nişka ve tansîyon bilind bûye, lê sedema wê hîn nayê zanîn.

Nunez da zanîn ku ser şîdeta di protestoyan de 11 kes hatine girtin.

Hin Kurd ser êrîşê Tirkîyê sûcdar dikin û dijî hikûmeta wê sloganan dibêjin, lê Fransa heta niha jî dîyar dike ku hîn ne bêlî ye ku êrîşvanî xwestiye bi taybetî Kurdan bikuje yan ne

Çi bûbû?

Bergumanekî 69 salî roja Înê li nêzî Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya êrîşeke çekdarî li dar xist.

Bi êrîşa çekdarî, 3 kes hatin kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn ku temamê wan Kurd in.

%d