Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Medyaya Amerîkayê: Bernameya hişê çêkirî li dibistanan hate astengkirin

11/01/2023

Xwendekar û mamosteyên Bajarê New Yorkê êdî nikarin xwe bigihînin ChatGPTê.

Dezgeha perwerdehîyê ya Bajarê New Yorkê vekirina vê bernameye asteng kir.

Li gor nûçeya Chalk Beat New Yorkê ev bername bi hinceta “bandorên neyînî li ser fêrbûna xwendekaran dike û li gor naverokê fikrên nerast tê de henin” hatiye astengkirin.

Bixwîne: Gelo Çêdibe ku “Chat GPT” Pişta “Google”ê Bişkêne?

Sazîyên perwerdeyê û mamoste wisa bawer dikin ku dê ew bername bondorên nêyînî li ser ferbûna xwendekaran bike. Ew dibêjin ku ev bername dikare peywirên xwendekaran ên nivîsandinê di demek nêzîk de qels bike, agahîyên şaş bide û teşwîqê întîhalê bike.

Chat GBT çi ye? 

Bi kurtasî bernameyeka/roboteka hişê çêkirîye ku rê dide hûn pê re biaxivin û pirsan wek dîyalogan jê bikin. Dema hûn pirsan dikin ew li hemî daneyan dinêre berhev dike, serast dike û dike bersivek. 

Yanî dema tu pirsekê ji Google-ê dikî îhtimal heye ew milyonek encam nîşanî te bike lê bi xwe bersivekê nade. Lê Chat GBT ji wan hemî daneyan bersivekê çêdike û dide te.

Kurdî dizane?

Robot kurdîyê baş nizane lê bi zimanê ingilîzî gelekê serkeftî ye. Her kes dikarin bi vê dûvelankê hesabekê ji xwe re çêke û dest bi axiftina bi Chat GBTyê re bike.

Berhevkar û werger Yonca Sarsilmaz

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û