Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

“Medyascope”ê dest bi weşandina nûçeyên Kurmancî kiriye

02/08/2024

Malpera Medyascopeyê ya ku bi zimanê Tirkî weşana xwe dike dest bi weşandina nûçeyên bi zaravayê Kurmancî yê Kurdîyê kiriye.

Di malperê de ji bilî Kurdî nûçeyên Fransî û Ingilîzî jî hene. Nûçeyên Kurdî di kategorîya “Nûçeyên Tirkiyeyê” de tê weşandin.

Di malperê de ji duhî ve 6 nûçe hatine weşandin.

Heyse: Em serbilind in!

Kaya Heyse

(Çavkanîya wêneyî: Medyascope )

Koordînatorê nûçeyan û Midûrê Berpirs ê Medyascopeê Kaya Heyse li ser dest pê kirina nûçeyên Kurdî ji Botan Timesê re ho got:

Em ji bo servîsa nûçeyên navneteweyî em li kesekî/ê digerîyan ku wek edîtor kar bike. Ji berbijaran yek jî Mehmet Salih Tatli bû. Ew ne bi tenê bi Ingilîzîya xwe her weha bi Kurdîya xwe jî berbiçav bû. Me û wî li hev kir. Niho em bi hatina wî vê kêmaya xwe (nebûna Kurdî) temam dikin. Armanca me ew e ku em di demekê nêzîk de vîdeoyên Kurdî çêbikin. Em gelekê keyfxweş ê serbilind in.

Di medyaya Tirkî de ji bilî Medyascopê, bianet û Gazete Duvar jî nûçeyên Kurdî diweşînin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê