Medya Kitabeviyê ji bo zarokan kampanyaya pirtûkên kurdî daye destpêkirin.
Wan hefteyek berê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî da zanîn ku wan dest bi projeya “Ji Yên Dû Min Re” kirine.
Di çarçoveya vê projeyê da daxwaza wan ew e ku mirov pirtûkekê an jî çend pirtûkan bikirin û wekî dîyarî deynîn Medya Kitabeviyê.
Paşî ew dê mohra “Ji Yên Dû Min Re” li ser pirtûkan bidin û dê li wan zarokan bê belavkirin yên ku têne Medya Kitabeviyê.
Ji bo têkîlîyê: 0533 611 08 96
Xwînerên Medya Kitabevi, dost û hevalên hêja, wek Medya Kitabevi em dixwazin bi pirtûkên çîrokên zaroka yên bi kurdî û bi risim, zimanê kurdî bi zarokan şêrîn bikin. Em dibên werin em bi hev re xêrekê bi zimanê kurdî bikin. Hûn ê tiştekî pir bi çûk bikin, lê bi vê kirinê hûn ê zimanê kurdî bi per û bask bikin. Di çerçoveya projeya Medya Kitabevi ya ‘‘Ji Yên Dû Min Re’’ hûn ê pirtûkek an çend pirtûkên zaroka yên bi risim û bi kurdî (kurmancî – zazakî) bikirin û wek diyarî li Medya Kitabevi dînin. Em ê mohra diyariyê li wan pirtûkan bidin û li Medya Kitabevi li zarokan belav bikin.
MEDYA KİTABEVİ


Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.