Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Meclîs wê ji bo Can Atalay bicive

Ji
13/08/2024

Serokatiya Meclisê bang li partiyên siyasî kir ku di 16ê Tebaxê roja Înê saet 15.00an de ji bo Atalayê ku parlementeriya wî hat betalkirin, bicivin.

Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo betalkirina parlementeriya Can Atalay, Parlamenterê Hatayê yê TİPê, Meclîsê  bersiva mixalefetê ya daxwaza civîna ser asayî da. Dadgeha Destûrê gotibû ku, “tu hikmê wê biryarê derbarê Atalayî de nîne.”

Serokatiya Meclisê bang li partiyên siyasî kir ku di 16ê Tebaxê roja Înê saet 15.00an de ji bo Atalayê ku parlementeriya wî hat betalkirin, bicivin.

Banga civînê bi devkî hat kirin.

Ger di civînê de biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê Atalay de bê xwendin, divê pêvajoya şûnve vegerandina parlamenteriya wî dest pê bike.

Biryara bi hincet a Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya derbarê Can Atalay ê ku ji Partiya Karkeran ya Tirkiyê (TÎP) wek parlamenterê Hatayê hatibû hilbijartin û li Meclîsê parlamenteriya wî hatibû betalkirin, di 1ê Tebaxê de di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin. 

Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo biryara betalkirina parlementeriya Can Atalay a li meclîsê hat xwendin, gotibû ku tu hikmê wê biryarê nîne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Çîçek: Derfeta çareserîya pirsgirêka kurdî ya dîrokî derketiye holê – Medyascope

Di hevpeyvîneka Ruşen Çakirî ya li Medyascopeyê de akademîsyen Cuma Çîçek dîyar

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Kurdên ji Rojavayê nikarin vegerin ser axa xwe – VOA Kurdî

Kurdên Rojavayê yên ku ji ber şerî koçî Tirkîyê kirine, gotine ku