MEB: Li dibistanan metoda pirzimanî tê xurtkirin

29/08/2024

MEBê biryar daye ku ligel ingilîzî êdî almanî jî li mekteban bê fêrkirin. Par li çend mektebeyan ceribandine û hem dersa ingilîzî hem jî dersa almanî dane pola 5an.

Îsal biryar daye ku di bernameya MEBê da, di çarçoveya bernameya ‘pirzimanî’ da, êdî zimanê almanî jî bê dayîn û saetên almanî zêde kirine li gorî berê.

Li gorî nuçeya GazeteDuvarê di çarçoveya wê biryarê da, îsal li 81 bajaran, li 300 mekteban, di polên 5-6an da, metoda pirzimanî dê bê tetbîqkirin. Xwendekar dê 14 saetan ingilîzî û du saetan jî almanî fêr bibin.

Li Tirkiyeyê ji sala 2012an vir ve zimanê kurdî wekî dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.

Dersa zimanê kurdî di bin banê MEBê da, ji sala 2012-2013yan heta niha bo polên 5-6-7-8an tê dayîn. Herçiqas bi awayekî fermî tayînên mamosteyan têne kirin jî hejmareka gelek kêm (2-3) kes tayîn dibin ku li gorî rêjeyê û pêdivîyan kêm e. Herî dawî, sala 2023yan 50 tayîn ji bo kurdî (35 kurmancî, 15 zazakî) hatibûn kirin. Par jî bo kurdî 10 mamoste hatibn tayînkirin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê bi milyonan kurd dijîn û bi zimanê kurdî (kurmancî, zazakî) diaxivin. Dema mirov li statuya zimanê kurdî ya li Tirkîyeyê dinêre mirov dibîne ku ziman di bin polîtîkayên asîmîlasyon û bişaftinê da ye. Digel ku xwestek û talebên perwederdeya kurdî hene jî zimanê kurdî wekî zimanê ingilîzî li mektebeyan, bi qasî ingilîzî heqê xwe nabîne. Statuya zimanê kurdî, ne li MEBê ne jî li sazî û dezgehên din yên dewletê cihê xwe yê rewa nabîne.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Jidayikbûye sala 1995an. Sala 2021an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî derçûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Te ev dîtıne?

Çîçek: Derfeta çareserîya pirsgirêka kurdî ya dîrokî derketiye holê – Medyascope

Di hevpeyvîneka Ruşen Çakirî ya li Medyascopeyê de akademîsyen Cuma Çîçek dîyar

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Kurdên ji Rojavayê nikarin vegerin ser axa xwe – VOA Kurdî

Kurdên Rojavayê yên ku ji ber şerî koçî Tirkîyê kirine, gotine ku