Li Diyarbekirê “Ajansa Welat” wek ajanseka xwerû Kurdî ava bû. Berpirsê weşanê Bilal Guldemî ji Botan Timesê re li ser vê ajansa îro vebûyî got:
Ajansa Welat (AW) bi dirûşma “Deng û Rengê Welat” dest bi weşanê kir. Ev ji bo me tiştek pîroz û kelecan e. Em dixwazin bibin deng û rengê gelê xwe. Em dixwazin bi rojnamevanî ango rojnamegeriya Kurdî xelkê xwe agahdar û haydar bikin. Me di demek dijwar de her roj rojnamevan tên binçavkirin û rojnamevan bi zextan re rû bi rû dimînin dest bi weşan xwe kir. Serdest dixwazin mafê wergirtina nûçeyan, agahiyan a gel asteng bikin. Lewma em dixwazin bibin dengê civakê û hemû êş û azara û şanaziyên gelê xwe bi dinyayê re parve bikin.
Asîmîlasyon û otoasîmîlasyon li ser Kurdan zêdetir dibe. Em dixwazin bi rojnamegeriya kurdî hindik be jî pêşî li vê bigirin. Em dixwazin bi rojnamegeriya Kurdî di nav Kurdan de hişmendiyek kurdewar ava bikin. Me xwest ku em rojnamegeriya Kurdî ji bin tesîra wergera ji Tirkî rizgar bikin. Lewma em dixwazin bêyî wergerê, xwerû nûçeyan bi Kurdî çekin, amade bikin da ku raya giştî agahdar bikin. Ev gava em diavêjin di warê ajansvaniyê de di dîroka çapemeniya Kurdî de rûpelek nû ye. Yanî cara yekem ku ajansek xwerû bi Kurdî weşanê dike. Ev jî ji bo me şanazî û kelecanî ye. Bi taybet em bang li xelkê xwe dikin ku ajansa me bişopînin, bixwînin û belav bikin. Ajansa Welat li gelê me pîroz be.
Paşxaneya Nûçeyê:
Li Diyarbekirê Ajansa Welat, li Tirkiyeyê yekemîn ajansa xwerû kurdî, dest bi weşanê kiriye. Ajansê ragihandiye ku ew ê bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û dengan civakê agahdar bike.
Xwedîyê îmtîyazê Fahrettîn Kiliç e. AWyê daxuyandiye ku armanca sereke ya ajansê belavkirina agahîyên rast û objektîf e. Ajans dibêje ew ê dê li ser şopa heqîqetê bimeşe.
Berpirsîyarê karên nivîsan Bîlal Guldem e.
Ajansa Welat li navenda Kayapinarê ya Diyarbekirê, di avahîya Bymen Plazayê de cih girtiye. Ajans dê hem li ser malpera xwe ya fermî û hem jî li ser torên civakî weşanê bike.
Ji bo têkilîyê, xwendevan dikarin bi rêya hejmara telefonê +90 (532) 519 37 73 yan jî navnîşana e-mailê [email protected] bi ajansê re têkilî daynin.
Çavkanî:
- Botan Times
- Ajansa Welat