“Me rê neda ku HDP û HUDA PAR siyaseta Tirkan dîl bigirin”

  • 21/05/2023
“Me rê neda ku HDP û HUDA PAR siyaseta Tirkan dîl bigirin”
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

21/05/2023

Berbijêrê Serokkomarîyê yê Tifaqa ATAyê Sînan Ogan di hilbijartinên Serokkomarîyê yên di 14ê Gulanê da ji sedî 5,17ê dengan wergirtibû û bûbû sêyemîn.

Oganî li ser hesabê xwe yê Twîtterê 11 xalan parve kirin û got “Me rê neda ku HDP û HUDA PAR siyaseta Tirkan dîl bigirin.”

Oganî diyar kir ku wan nîqaşên “partîyên kilît” ên li ser HDPyê ji holê rakirine û neteweperestên Tirk xistine pozîsyoneke sereke.

Me dengdêrê neteweperestên Tirkan a ku wek yedek diha dîtin, dîsa xiste navenda siyasetê.

Sînan Ogan

Ogan destnîşan kir ku ew dikarin rojeva sereke ya hilbijartinên serokkomarîyê diyar bikin û got, “Me wisa kir ku berbijêrên ku derbasî gera duyem bûne xwe bi gotinên me ve girê bidin.”

%d blogcu bunu beğendi: