Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî di Washington Postê de ser operasyonên Tirkîyê nivîsî.
Mazlum Abdî di nivîsa xwe de dîyar kir ku di navbera Kurdan û Tirkan de nefret tune, lê rêberên Tirk bi tercîhên sîyasî dixwazin Kurdan wek gef bibînin.
‘’Em bawer dikin ku kokên wan şerên ku ewqas êş û elem anîne herêma ma sîyasî ne’’ Mazlum Abdî nivîsî.
Wî bang li bîragiştî ya navneteweyî kir ku rê li ber operasyonên Tirkîyê bigire û bo kêşeyên Kurdan çareserîyên demokratîk û sîyasî teşwîq bike.
Nivîsa Mazlum Abdî ya di Washington Postê de bi sernavê ”Em li Sûrîyê hevbenda Amerîka ya herî sadiq in. Me ji bîr neke” hat weşandin.
Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi HSDê re hevkarîyê dike.
Berpirsên Amerîkî didin zanîn ku operasyonên Tirkîyê zararê didin têkoşîna dijî DAIŞê û dibêjin ew bi tundî dijî wan operasyonan in.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.