Mamosteyeka Efxan, li İngiltereyê dibistaneka onlîne ji bo keçên Efxan vekiriye

Mamosteyeka Efxan, li İngiltereyê dibistaneka onlîne ji bo keçên Efxan vekiriye
Mamosteyeka Efxan, li İngiltereyê dibistaneka onlîne ji bo keçên Efxan vekiriye
Vahdet Uçar
  • 3 Kasım 2021 09:11

Piştî ku Talîban 15ê Tebaxê ket paytext Kabîlê û Efxanîstan bi dest xist, ferman da ku  keç û jinên ciwan ku ji dibistanê dûr bisekinin û “ji bo ewlehiya xwe” li malê bimînin.

Talîban hîn jî dibêje ev qedexe demkî ye. Lê mamostayeka ji diyaspora Efxanistanê dît ku tu pêşketin çênebû û biryar da ku di vî warî de gavekê bavêje.

Angela Ghayur, ku dibistanek onlîne damezrand, di nav çend hefteyan de nêzî hezar xwendekar qeyd kir û ji 400î zêdetir mamosteyên dildar serîlêdan wergirtin.

*Navê zarokên ku di nûçeyê de hatine binavkirin ji ber ewlehiyê hatine guhertin.

Piştî ku Talîbanê çûna dibistanê li keçên ji 7 salî mezintir qedexe kir, Nasrîn û 4 xwîşkên wê bi hemû hêza xwe ji bo berdewamiya xwendina xwe li mala xwe ya li Kabulê dikin.

Lê Nesrîna 13 salî dibêje, rewşa her du xwişkên wê yên mezin ku li zanîngehê pizîşkî û endezyariyê dixwînin, pir zehmet e.

Ew dibêje: “Hemû xewnên me şikestin. Heke dibistan ji nû ve vebin jî dê tiştek ne wekî berê be. Min dixwest bibim pîlot. Niha ev ne pêkan e. Talîban dê ti carî rê nede ku keç bibin pîlot.”

Lêbelê, bi derketina derfetên perwerdehiya onlîne di van çend hefteyên dawî de, hêvîyek ji bo Nesrîn û xwişk û birayên wê çêbûye.

Dibistana “Online Herat” ya ku ji hêla mamosteyek Efxanî ya bi tecrûbe û li derveyî welat dijî ve hatî damezrandin, alîkariya nêzî hezar keç û jinên ciwan ên ku nikarin perwerdehiyê bibînin, dike.

Angela Ghayur li peravên başûrê Îngilîstanê, dûrî mala Nesrîn û malbata wê, dûri Kabîlê dijî.

Koçberî û perwerde

Angela li Heratê, li rojavayê Efxanîstanê ji dayik bû, dema ku ew hîn heşt salî bû ji ber şerê navxweyî bi malbata xwe re koçî Îranê kir.

Şer çar salan berdewam kir û di sala 1996an de bi desteserkirina desthilatê ji aliyê Talîbanê ve bi dawî bû. Wek zarokeka penaber, Angela dibêje ku wê dizanibû ku wateya perwerdehiyê çi ye:

“Ez nekaribûm biçim dibistanê ji ber ku vîzeya me ya demkî hebû. Wê demê di nav zarokên Efxanî yên ku reviyabûn Îranê de ev rewş gelekî berbelav û asayî bû û ji ber ku belgeyên wan tune bûn nedikarîn biçin dibistanê.”

Bavê wê belgeyên wê piştî pênc salan li Îranê temam kirin û Angela ji bo xwendina dibistanê destûr standibû êdî. 

Hîn di 13 saliya xwe de, wê dizanibû ku ew dixwaze hîn bike jî, dizanibû ku ew dixwaze bibe mamoste.

Her roj, dema ku ew ji dibistanê vedigeriya, wî ders ji 14 zarokên din ên Efxan ên ku nedikarîn biçin dibistanê re dubare dikir.

Bû mamosteyê dibistana navîn

Piştî salan gava dibe mamosteya dibistana navîn vedigere Efxanistanê Angela, lê paşê diçe  Hollandayê û paşê jî diçe Îngilîstanê.

Mîna Efxanîyên din ên li diyasporayê di van çend mehên borî de, Angela dibêje ku ew şoq bûye dema li geşedanên li welatê xwe temaşe dike matmayî dimîne.

Lê ew teqez dike ku tişta ku herî zêde bandor li wê kiriye qedexekirina çûna dibistanê ji aliyê Talîbanê ve li ser keçan e.

Weke mamoste û parêzvanekê ji bo keçan û mafên jinan, Angela hîs kir ku divê tiştekî bike.

Li ser vê yekê, wê ji bo keç û jinên Efxanî yên ku ji mafên xwe yên perwerdehîyê bêpar man, ‘Dibistana Herat Online’ ava kir.

‘Qelem, ne çek’

“Ez difikirim ku ev dibistan encama hemû êş û serpêhatiyên ku ez tê de derbas bûme ne. Em, gotina ‘ne çek lê qelem’ê qebûl dikin.”

Dema ku wê bi peyama ku li ser Instagramê parve kir ji mamosteyên xwedî ezmûn alîkarî xwest, ji 400î zêdetir mamosteyan bi dilxwazî ​​​​serî lê dan. Gelek ders, ji matematîkê bigire heya resimê di 170 dersên cihêreng ên onlîne de li ser Telegram û Skype têne pêşkêş kirin.

“Piraniya mamosteyan ji Îranê ne. Ew rojane di navbera 2 û 8 saetan de dixebitin û di gelek waran de ji xwarinçêkirinê bigire heya wênesaziyê piştgirî didin.”

Nesrîn jî di nav de nêzî hezar xwendekar dixwînin.

Ji bo Nesrînê qeydkirina vê dibistanê dîsa hêviya wê da ku xeyalên xwe pêk bîne.

Di hefteyên dawî de li bakurê Afganistanê ji bo xwendekaran hin pêşveçûnên erênî hene.

Li pênc ji 34 parêzgehên welêt, keç dest bi vegera dibistana navîn dikin.

Jinên ciwan ên li zanîngehên taybet, lê ne fermî jî destûr dan ku vegerin perwerdehiyê.

Lê belê weke li piraniya welat qedexeya perwerdehiyê ji bo Nesrîn û xwişkên wê yên li Kabîlê dijîn hîn jî didome.

Weke dayika Nesrînê, mamosteyên jin jî ji aliyê Talîbanê ve hatine fermankirin ku li malên xwe bimînin û ti planek wan nîne ka kengê vegerin ser karê xwe.

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî tenê li Kabulê ji sedî 70ê mamosteyên pispor jin in. Ev nîşan dide ku ji bo kurên ku destûr didin biçin dibistanê jî kêmasiya mamosteyan heye.

Demek dirêj beriya rabûna Talîbanê, Afganîstanê berê xwe da pirsgirêkên perwerdehiyê. Li gorî texmînên sala 2019-an ên Wezareta Perwerdehiyê, li welêt ji sêyan zêdetir kesên ku temenê wan ji 15 salî mezintir e, perwerdehiya wan tune.

Tê payîn ku ev hejmar zêde bibe ji ber ku piraniya keçan destûr nadin ku biçin dibistanê.

Nûçe: Firouzeh Ekberian – BBC

Wêne: Derrick Evans